Kampa Waşûkanî êdî nikare pêşwaziya koçberan bike

Hevserokê kampa Waşûkanî diyar kir ku ew êdî nikarin hejamreke zêde ya koçberan li kampê pêşwazî bikin û hewl didin koçberên nû bişînin kampa Newroz a li Dêrikê.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê pêkanîna binpêkirinên dijmirovî li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên wekî guhertina demografiya herêmên dagirkirî(Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên sînorî), dewam dike.

Ji ber siyaseta dewleta Tirk li erdên Sûriyê, zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û piraniya wan berê xwe dan bajarê Hesekê û gundewarên wê û li navendên koçberan û kampa Waşûkanî bi cih bûn.

Kamp li bajarokê Tiwêne  ku 12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê dikeve tê de zêdetirî 9 hezar koçberên ji herêmên sînorî bi taybet ji Serêkaniyê û navçeya Zirganê ku ji ber êrişên dewleta Tirk bi darê zorê ji malên xwe derketine, dimînin.

Li kampê hezar û 359 çadir û 3 çadirên pêşwaziyê ji bo koçberan, hatine vedan. Ji ber tunebûna alîkariyên rêxistinan û kêmbûna çadiran, rêveberiya kampê êdî nikare hejmareke din ji koçberan pêşwazî bike.

Hevserokê kampa Waşûkanî Xalid Xelo di hevpeyvînekê bi ajansa Hawarê re wiha anî ziman: "Me hezar û 359 çadir di kampê de vedan. Li kampê 8 hezar û 129 koçber dimînin. Her wiha çadirên pêşwazîkirinê hene ku tê de 120 malbar dimînin. Dê di demeke nêz de çadir li wan belav bibin. Lê ji nebaşbûna rewşa hewayê ev yek tê taloqkirin."

Xelo diyar kir ku wan ji beriya du hefteyan qeydkirin koçberan li kampê rawestandine û wiha got: "Ji ber ku em nikarin li kampê zêdetirî hezar û 500 çadirî vedin û pêwîstiyên sereke ji xwarin û dermanan peyda nabin."

Xelo destnîşan kir ku piştî qeydkirin li kampa Waşûkanî rawestandin, ew niha hewl didin ku malbatên koçber bişînin kampa Newroz a li bajarê Dêrikê.

Xalid Xelo bi domdarî wiha got: "Hin malbat hene ku herêmên wan dûrî herêmên şer in wekî çiyayê Kezwan em hewl didin wan vegerînin cihên wan ên ewle û şêniyên bi darê zorê ji malên xwe derketine, li şûna wan bi cih bikin."

Der barê xizmetên li kampê û aliyên ku pêşkêş dikin de, Xalid Xelo diyar kir ku xizmetên di hundir kampê de kêm in. Berpirsyariya vê yekê dikeve ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heyva Sor a Kurd ku li gorî derfetên xwe, xizmetan pêşkêş dike.

Xelo her wiha destnîşan kir ku ruxmî derfetên kêm jî, koçberên li kampê bi hemî şêwazan heta rizgarkirina herêmên wan ji dewleta Tirk û çeteyên wê, li ber xwe didin.

Hevserokê kampa Waşûkanî Xalid Xelo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navdewletî û yên mafên mirovan kir ku bi koçberan re bibin alîkar.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din