Kampa Newroz ji spartgeha êzidiyên Şengalê bû cihê qurbaniyên sûcên dagirkeriya Tirk

Koçberên li kampa Newroz gotin, "Herêma ewle" ya Erdogan qala wê dike, ji bo talankirin, dizî û qetilkirina sivîlan e. Koçberan anîn ziman ku gelek dewlet û rêxistin di rijiandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina wan de hevkar in.

Piştî dagirkirina bajarê Mûsil ê Iraqê bi fermana dewleta Tirk û hin dewletên Tirk DAIŞ‘ê DAIŞ‘ê di sala 2014‘an de êrişên li ser êzidiyên Şengalê pêk anîn. Di encamê de pêleke mezin koçî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Rêveberiya Xweser penaberên Şengalê di kampeke taybet de ku ji bo wan li bajarê Dêrikê vekiribû "Kampa"Newroz bi cih kirin" û bi derfetên xwe yên kêm alîkarî pêşkêşî wan kir. Piştî rizgarkirin û paqijkirina Şengalê penaberên Êzidî yên kampê li warê xwe vegeriyan.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9‘ê Cotmeha îsal de destpê kir de bi hezaran şênî yên li Serêkaniyê û Girê Spî ji warê xwe hatin koçberkirin. Hejmareke mezin xwe spartin kampa Newroz a li bajarê Dêrikê. Di kampê de 50 malbat anku 210 kes ji Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û Kobanê hene.

Dagirkeriya dewleta Tirk bi armanca avakirina "Herêma ewle" li Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrişên dagirkirinê kirin. Bi van êrişan xwest demografiya herêmê biguhere, ku niştecihên resen bide koçberekirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bike.

Girêdayê mijarê koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newroz ji ANHA‘yê re axivîn.

Şêniyê bi navê Fetah Îsa ji Girê Spî du caran hate koçberkirin, cara yekem ji ber êrişên DAIŞ‘ê bû û cara din ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bû.

Fetah ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Girê Spî koçberî bajarê Reqayê dibe, ji ber rewşa zehmet ya jiyanî bi malbata xwe re xwe dispêre kampa Newroz a Dêrikê.

Îsa hovîtiya Erdogan bi van gotinan wesif dike "Erdogan serkêşê rewa yê DAIŞ‘ê ye, ne maf e ku serokatiya gelan bike, ji ber pransîp û nirxên mirovî nas nake. Serokên cîhanê baş dizanin ku Erdogan sûcdarê şer e, destekê dide terorîstan, lê çavê xwe ji sûcên hovane yên li dijî gelan girtine."

Îsa destnîşan kir ku armana dagirkeriya Tirk ji van êrişan koçberkirina şêniyan e da ku wan wekî kaxezeke zextê bi kar bînin.

Remziya Elî ya ji Serêkaniyê got: "Gelek dewlet û rêxistin beşdarî rijandina xwîna gelê Sûriyê û koçberkirina wan bû. Êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û bikaranîna çekên giran û yên di asta navdewletî de qedexekirî ne delîlê komploya li dijî gelên herêmê ye."

Remziya ew buhistekê ji xaka xwe bernadin û dê lê vegerin û ji nû ve ava bikin û wiha domand"Heta vê astê xwîna kurdan li ba komên çete û Erdogan erzan e? Heger bi zilamekî an jineke bi temen be em xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin, em ê vegerin û ji nû ve ava bikin. Bila Erdogan nas bike ku bi dagirkrina herêmên me ew di nava xeyalan de ye."

Remziya Elî di berdewama axaftina xwe de Erdogan û çeteyên wê bi rovî û wehşan bi nav kir û got, "Serêkaniyê û Girê Spî ne cihê rovî û wehşên hov in. Dawiya Erdogan wê li ser destê Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê be."

Remziya ya ku di êrişên de xizmên xwe winda kiriye û 4 kes ji malbatê wê agahî ji wan qut bûye bang li rêxistinên mirovî kirin û aqûbeta windahiyan bipirsin.

Fetah Îsa û Remziya Elî gotin baweriya wan bi hêzên derve nayê û got ew jî beşdarî êrişên Tirkiyê bûn "Em xwe dispêrin xort û keçên xwe yên di nava QSD, YPG û YPJ‘ê de."

Koçberên di kampa Newroz de zehmetiyên kêmbûna pêwîstiyên jiyanî dikşînin. Fetah got,  piraniya pêwîst hene, tenê alavên germkirinê kêm in.

Li ser mijarê rêveberên kampê diyar kirin ku ew bi rêxistinên herêmî re yên soza alîkariyê dane di nava têkiliyan de ne, lê heta niha tiştek neşandine.

(bb)

ANHA


Mijarên Din