Kampa Koçberên Girê Spî pêşwazîkirina koçberan rawestandiye

Kampa Koçberên Girê Spî êdî nikare pêşwaziya koçberan bike. Ji ber ku kamp dagirtî ye û her wiha rêxistinên mafên mirovan piştgiriya koçberan paşguh dikin.

Rojê bi dehan malbatên koçber yên bajarê Girê Spî ya dagirkirî û gundewarên wê berê xwe didin Kampa Koçberên Girê Spî. Lê ji ber tijîbûna kampê, rêveberiya kampê neçar ma ku pêşwazîkirina koçberan rawestîne.

Nûçegihanên ANHA’yê bi hin malbatên ku berê xwe dabûn kampê re hevdîtin pêk anî û rêveberiyê kampê jî lêborîna xwe ji ber nebicihkirina wan, xwest.

Ji koçberên gundê Faris yê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî Nayif El-Îsa got, rêveberiya kampê lêborîna xwe ji wan xwest ji ber ku cih di kampê de nemaye.

Îsa got: “Ez û malbata xwe em ê bi ku ve biçin. Rewşa jiyana me zehmet e. Tu cihê ku em pêve biçin tune ye. Piştî ku em koçber bûn, em ji cihekî diçin cihekî. Xwediyê mala kû em lê diman em ji mal derxistin. Em neçar man ku berê xwe bidin kampê, lê mixabin kamp ji 20 rojan ve pêşwazîkirin rawestandiye.”    

Kamp 22'ê Mijdara 2019'an ji hêla Meclisa  Girê Spî ve hate avakirin da ku pêşwaziya koçberên kantona Girê Spî yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 9’ê Cotmehê de neçar mane koçber bibin, bike.

Rêveberiya kampê hewl dide ku kampê berfirehtir bike da ku bikaribe pêşwaziya hejmareke mezintir bike.

Yek ji endamên rêveberên Kampa Koçberên Girê Spî Elî El-Neda got: “Me di destpêka vê mehê de pêşniyar kir ku em qonaxa 3’emîn a berfirehkirina kampê destpê bikin. Da ku em bikaribin pêşwaziya 500 malbatên dîtir bikin. Lê heya niha tu bersîv ji bo vê yekê negirtine, her wiha tevî ku rojane gelek koçber berê xwe didin vê kampê.”   

Elî bang li rêxistinên mafên mirovan û aliyên eleqedar  kir û got: “Piştgiriyê bidin rêveberiya kampê da ku dest bi projeyê bikin. Ji ber ku rojane gelek koçber berê xwe didin kampê û rewşa jiyanî ya wan zehmet e.”

Hejmara koçberên li Kampa Koçberên Girê Spî 3631 e. Ev hejmar jî tenê ji rêjeya sedî 3,5 ji hejmara giştî ya koçberên Girê Spî ye. Li gorî Meclisa Kantona Girê Spî, hejmara koçberan 100 hezar e. 

(rm)

ANHA


Mijarên Din