Joseph Borrel: Têkiliyên YE û dewleta Tirk bi nakok in

Nûnerê karên derve yê YE’yê Joseph Borrel diyar kir ku têkiliya di navbera YE’yê û dewleta Tirk de bi nakok e.

Îro di civîna wezîrên karên derve yên dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) li Brukselê de dê aloziya têkiliyên YE û Tirkiyê bên nîqaşkirin.  

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kir ku dê diyalog li ser dan û standina şantajkirina YE’yê, binpêkirina serweriya dewletên wê, destwerdana leşkerî li gelek aloziyan, ji Lîbyayê heta bi Kurdistanê bên kirin.  

Çavkaniyan diyar kir ku YE naxwaze li hember Enqereyê be, lê belê dê li hember parastina berjewendiyên Ewropayê tund be.  

Wezîra parastinê ya Florence Barley îro piştrast kir ku Fransa bikaranîna çekên qedexekirî li Lîbyayê şermezar dike ku çi jêderên wê dibin bila bibin, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek çete ji Sûriyê şandin Lîbyayê ku NY’yê bi baldarî ew belge kirin.  


Mijarên Din