Johnson piştî serkeftina xwe ya di hilbijartinan de dema derketina ji YE`yê diyar kir

Partiya Muhafezekaran ku serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson serokê wê ye, bi dengên herî bilind di parlamentoyê de bi ser ket û dema derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê diyar kir.

BBC’yê ragihand ku Partiya Muhafezekar a Brîtanyayê bi 362 kursiyan ji tevahiya 650 kursiyan, bi ser ket.

Ji her partiyekê re pêwîst e herî kêm 326 kursiyan bi dest bixe da ku hikumeta Brîtanya bi tena sere xwe ava bike.

Serokê Partiya Karkeran Jeremy Kermin diyar kir ku encamên hilbijartinan ne baş bûn, her wiha parçekirina hundirê welat der barê ‘Brexit’ê de ji sedemên binketina Partiya Karkeran a hilbijartinên parlamentoyê de ne û piştrast kir ku dê partiya xwe nebe hilbijartinên bê.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson got dê Brîtanya di 31`ê Çileyê de ji Yekitiya Ewropayê derkeve (Brexit), piştî ku Partiya Muhafazekar bi dengên zêde di hilbijartinan de bi ser ket.

(jo)


Mijarên Din