John Bolton: Keştiya Îranê li Tartûsê ye

Îro şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê DYA’yê John Bolton got keştiya petrolê ya Îranê ‘Adrian Darya 1’ ber bi Sûriyê ve çû. Nîşana vê yekê jî wêneyekî peykî hate kişandin û tê de diyar dibe ku keştî beramberî bendera Tartûsê ye. 

Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkyê (DYA) John Bolton li ser  Twitterê ragihand ku kesên dibêjin keştiya Îranê Adrian Darya 1 ber bi Sûriyê ve neçûyê, xwe dixapînin.

Bolton got wêneyê peykî nîşan dide ku keştiya Îranê 2 mîlan dûrî benderên deryaya Sûriyê anku ya Tartûsê ye. John Bolton destnîşan kir ku DYA dikare diyalogan bi Îranê re çêke û got ceza ji ser Îranê ranabin, heta ku derewan rawestîne û terorê belav neke.

John Bolton ragihand ku ji berdêla Tehran gelê Îranê bi rê ve bibe, parastina alîkariyên rejîma Sûriyê ya sûcdar dike.

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper jî roja pêncşemê ragihand ku Washington plana girtina keştiya Îranê Adrian Darya 1 ku di navenda şerê Tehran û hêzên Ewropayê de ye, nake.

(eh)


Mijarên Din