Jênegeriya parastina hebûnê: Xweparastin - 3

“Heke hêzeke me ya ku bikare cîhanê jî bin bixe hebe, em ê êrişî kesê nekin, lê heke hemû cîhan bibe yek û bi ser me de were jî em ê ji mafên xwe yên parastina rewa qet tawîzan nedin.”

Neolîberalîzma ku gelan dixwaze dîl bigire û hemûyan dixwaze bike yek tîp, ji nîvê sedsala 20’an û heta destpêka sedsala 21’an ev siyaseta xwe kûr kir û hîna jî berdewam dike. Li hember vê rastiyê civak jî ji bo parastina nirxên xwe bi şêweyên cuda xweparastina xwe bi rêxistin kir û bi rêxistin dike.

Di roja me ya îro de êdî tenê rêbazeke gelan a xweparastinê nîn e. Ev rêbaz cur bi cur bûne û carinan pasîf carinan jî xweparastinên çalak tên bipêşxistin. Lê di bingeha hemûyan de tenê ne qismek ,tevahî gel tev li xweparastinê dibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xweparastina civakan wiha pênase dike: “Civaka ku êdî nekare xwe biparêze, êdî wesfên xwe yên exleqî û polîtîk winda dike. Civak an hatiye dagirkirin, heliyaye û dirize yan jî li ber xwe dide, wesfên xwe yên exlaqî û polîtîk ji bo ji nû ve qezenc bike û dixwaze xwe careke din bigihîne wê.”

Ji mafên kesên reşik, mafên gelên herêmî yên bêax, em berê xwe bidin ezmûnên gelan ên ji bo parastina çand û hebûna xwe:

PILINGÊN REŞ

Di sala 1966’an de li bakurê Amerîkayê hatiye avakirin. “Partiya Pilingên Reş ên Xweparastinê” heta niha rêxistina herî mezin a şoreşger ya reşikan e. Pêşketina tevgera Pilingên Reş rasterast encamên mafên sivîl ên li Amerîkayê bû.

Çavkaniya tevgerê piranî li Amerîkayê daxwazkirina di basan, dibistanan, rawestgehan û dema dora xwarinê li gorî nîjadan veqetînên hatibûn çêkirin de hatin avakirin. Bi sed hezaran mirov tev li xwêpêşandanan, çalakiyên rûniştanê û gerên azadiyê bûn. Çalakvan hem ji aliyê polîsan ve hem jî ji aliyê çeteyên spî ve bi êrişên hovane re rû bi rû diman. Heta di bin gefên kuştinê de bûn jî. Di vê qonaxê de ji bo çalakgeran du rê hebûn; an bi çalakiyên pasîf an jî xweparastin. Ji rêberê reşikan Martin Luther King felsefeya xwe ya bêîteatiya sivîl diyar kir û li ser berxwedana pasîf ma.

Yên li dijî berxwedana pasîf derketin û nifşê nû yê ku bawer dikir ku rêbazên aştiyane dema xwe derbas kiriye, Partiya Xweparastina Pilingên Reş ava kir. 

Bandora çekan hem li ser civaka reşikan hem bandoreke psîkolojîk li ser polîsan dida avakirin. Êdî polîs bi xwe rastî tirsa ku didan avakirin, dihatin. Ji bo civaka reşikan jî bandoreke ku xeyalên wan bi hêz û gur bike, dikir. Hemû kesên reşik dema birayên xwe yên ku ji bo berjewendiyên civaka xwe tev digeriyan didîtin, ji wan hêz digirtin.

Ezmûna xweparastina Pilingên Reş di têkoşîna wekheviya reşikan a li Amerîkayê de gelekî girîng e. Pilingan li dijî tundiya polîsan parastina civakê ji xwe re kir armanc. Lê li kêleka vê, xweparastin tenê bi çekan jî sînordar negirtin. Ji bo zarokên birçî xwarin belav kirin, cil peyda kirin, desteka tibî dan û hwd. Pilingan xweparastin di heman demê de wek parvekirin û piştgirî jî ji xwe re qebûl kir.

WELATÊ BASKÊ

Gelê Baskî ku li herêma xweser a bakurê Spanyayê û başûrê Fransayê dijîn, koka wan diçe heta sedsala 9’an. Di dema şerê navxweyî yê di sala 1936’an ê Spanyayê de û heta piştî şer jî gelekî rastî zextan û zordestiyan hatin. Ji aliyê faşîzma Franco ve gelek zilm li wan hatiye kirin; nasnameya wan hatiye înkarkirin û zimanê wan hatiye qedexekirin. Di sala 1959’an de li welatê Bask rêxistina li ser bingeha xweparastinê dest pê kir. ETA (Rêxistina Azadiya Welatê Baskê)ya ku şoreşgeriya sosyalîzmê dipejirand, hat avakirin. Rêxistina ETA ya ku bi dehan çalakiyên çekdarî pêk anîn, gelek deng veda û li gelemperiya welatê Baskê belav bû.

Piştî berxwedana çekdarî ya xweparastinê gelêrî bû, welatê Baskê li Spanyayê di sala 1979’an de wek herêmeke xweser hat naskirin. Weke federasyoneke ji sê zimanî pêk tê, pênase kir. Ruxmê xweseriyê, ji ber hikumeta Spanyayê li hember çand û nasnameya Baskiyan rêz nedigirt, careke din çalakiyên xweparastinê dest pê kir.

Rêxistina serxwebûna Baskê ETA û di sala 1978’an de partiya siyasî Batasuna ya hatibû avakirin, bi daxwaza serxwebûna herêma Baskê de têkoşîna xwe bê navber domandin. Sala 2003’yan Dadgeha Bilind a Spanyayê li ser daxwaza hikumetê, partiya Batasuna girt. Ber bi sala 2011’an ve ETA’yê îlan kir ku berxwedana xwe ya xweparastinê ya têkoşîna 43 salan daye sekinandin.

Xweseriya welatê Baskê; di raya giştî de ku wek mînakeke bêemsal ‘modela bê muzakere ya ketiye meriyetê’ hat pênasekirin. Li welatê Baskê; her çi qas berxwedana gel û berxwedana xweparastina çekdarî hatibe bidestxistin jî lê hin zextên hikumeta navendî ya Spanyayê didomin.

ÎRLANDA

Di aliyê çandî de Îrlanda welatekî giravî ye ku di sedsala 12’an de ji aliyê Îngilîzan ve hat dagirkirin. Gelên Îrlandayê heta destpêka sedsala 20’an li dijî dagirkeriyê di hin deman demê de xwe bi rêxistin kir û berxwedaneke xweparastinê bi pêş xistin. Îrlanda welatekî giravî ye ku xwedî dîrokeke xweparastinê ya dirêj e. Lê di nava van de bandora herî mezin a daye afirandin, berxwedana xweparastinê ya derbasî dîrokê bûye, di sala 1916’an de raperîna Paskalyayê ye.

Li Dublînê gelê ku xendek û senger ava kiribûn, li dijî dagirkeriya Îngilîzan hefteyekê berxwdaneke mezin meşan. ÎRA (Artêşa Komara Îrlandayê) ya ku li Dublînê ava bûbû, ji berxwedana xweparastinê ya sala 1916’an re peşengî kiribû. Di encama têkoşîna çekdarî de di sala 1922’yan de li başûrê giravê Komara Serbixwe ya Îrlandayê hat avakirin. Bakurê Îrlandayê girêdayî rêveberiya Îngilîzan ma.

Di sala 1960’î de Îrlandayiyên Katolîk ên li bakur dijîn, xwest ji Îngilistanê veqetin û bi armanca avakirina dewleteke Îrlanda ya yekgirtî careke din ÎRA ava kirin. Bi desteka gel a berfireh ÎRA baskê xwe yê siyasî partiya Sinn Fein ava kir û nûnerên xwe şandin parlamentoya Îngilîzan.

Hemû nûnerên Sinn Feinê, ji komîteyên gelê Îrlandayê yên xweparastinê hatibûn. Di sala 1983’yan de dema gel diçû ser sandoqan, ev dirûşm digot: “Di destekî me de qerta hilbijartinê, di destê me yê din de çek.”

Di encama xweparastina qada siyasî û leşkerî de bi Îngilistanê re hevdîtinên aştiyê hatin kirin. Di dawiya hevdîtinan de beriya Paskalyayê ya sala 1998’an hevpeymana bakurê Îrlandatê hat îmzekirin.

Li gorî vê sala 1972’yan de parlamentoya Îrlandayê ya hatibû girtin, careke din hat vekirin. Ji bo bakur û başûrê Îrlandayê bibe yek, biryara referandumê hat girtin.

TEVGERA ZAPATÎSTA

Welatê bakurê Amerîkayê li Meksîkayê 1’ê Çileya 1994’an Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) serhildaneke çekdarî da destpêkirin. Şaredariyên girêdayî eyaletên San Cristobal de Las Casas dagir kirin û xweserî îlan kirin. Navê xwe di navbera salên 1910 – 1917’an de li dijî dagirkeriya çermspîyan yê li ber xwe daye, kesê ji gelê Maya Emîlîano Zapata girt.

Gelê li herêmê bi tevî Zapatîstiyan; li dijî êrişên artêşa Meksîkayê bi xweparastinê paşve dixistin û dest bi avakirina cîhana xwe kirin. Di dema avakirina xebatan de felsefeya polîtîk û exlaqî di tevahî cîhanê de wek xweparastina çandî hat binavkirin. Gelek nirx, bawerî, çand û ezmûnên ku dane avakirin gerdûnî, qedîm û hemdem in ku têkilhevkirineke xweser dane çêkirin. Zapatîsta yên xweparastinê bi felsefe û remzan ve kiriye yek, herêma ku serhildan daye destpêkirin felsefe û pratîkên gelê Maya ji xwe re esas digirin. Bi nîzameke bêdewlet a bê artêş, tevgera ku felsefeya mirovên qedîm û xweparastinê ji xwe re esas digire li Meksîkayê sînorên xwe yên xweseriyê berfireh dike û ji cîhanê re dibe mînak.

BREZÎLYA: TEVGERA KESÊN BÊAX

Wek şêweyeke din a xweparastinê jî ji sala 1979’an heta roja me ya îro berdewam dike, tevgera Brezîlyayê ya ‘Gundiyên Bêax’ e. Ji 23 eyaletên Brezîlyayê 2 milyon û nîv feqîr (xizan) ji ber nîzama dagirkerî revîn û li ser axên vala di bedelên gelek mezin de cih ji xwe re ava kirin û wargeh çêkirin. Bi rêka kooperatîfan hildiberînin.

Vê pêvajoya ku wek “civakîkirina xwezayê” bi nav dikin, li dijî talankirina ekolojiyê û çanda xirakirinê girêdayî vê wek bertek, bi xweparastinekê axên di destê dewlemend û dewletê de ne, dest datînên ser. Piraniya endamên tevgerê kesên ji gelê herêmê ne, di heman demê de; ji ber hebûna xwe ya xwezayî ya herêmî bi armanca para xwe ya bikaranînê vê mafên xwe yên dîrokî daxwaz dikin.

Ji bo beşdarbûna tevgerê herî kêm divê tev li dagirkirina axekî  bibî û divê ji bo parastina van axan jî erka xweparastinê were girtin.

Heta niha axên ku hatine dagirkirin û ji hilberîna komunal re hatine vekirin ji rûbera Belçîkayê mezintir e.

ANHA


Mijarên Din