Jinên Tebqayê: Çeteyan kantona Efrînê kiriye dojeh

Jinên Tebqayê got civaka navneteweyî berpirsa çarenûsa jinên Efrînê yên revandî ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê kiriye dojeh.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî der barê sûcên ku ji aliyê çeteyên Firqet El-Hemzat ve li dijî jinan ji kuştin, revandin, tecawizkirinê ku li Efrînê diqewimin, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê ji Qada Werzîşê ya rojavayê bajarê Tebqayê dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên "Sûcên Tirkiyê li dijî jinan nîşaneyeke reş li ser eniya mirovahiyê ye" û "Jinên Tebqayê kiryarên li dijî jinên Efrînê şermezar dikin" hatin hildan.

Xwepêşandan li pêşiya navenda Rêveberiya Jinan a Tebqayê veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê seroka Komîteya Jinan a Tebqayê Welaa El-Nacî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana gelê Efrînê li hember dagirkeran di nava rûpelên dîrokê de dê were nivîsandin, têkoşîna wan dê bibe sembola berxwedana mirovahiyê li hember dagirkeran.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinên Efrînê bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din