Jinên şêwekar: Em hewl didin paşverûtiyê bişikînin

Şêwekaran diyar kir ku li gel hunerên din, şêwekarî rêbaza baş a derbirîna hestên jinan a dûrî kevneşopên civakê ye.

Li Kobanê di 20′ê Gulanê de Sempoyuzma 4′emîn a Rojava ya Hunera Şêwekariyê bi beşdariya şêwekarên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû.

Dê sempozyum heta 26′ê Gulanê dewam bike û dûre pêşangeha şêwekariyê li Qamişloyê di 28′ê Gulanê de dest pê bike.

Di sempozyumê de tabloyên jinan ên herî balkêş bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/22/191218_emel-etar.jpg

Şêwekar Emel Etar ku ji Reqayê ye û cara yekemîn e beşdarî sempozyumê dibe, ji ANHA’yê re axivî.

Emel Etar îşaret bi tabloyên li ser jinan ên têkildarî çandên herêmê kir û diyar kir ku jin bi rêya hunerî jî berxwedanê didomînin û got: "Îro rewş cuda ye, jin li qadên hunerê û hwd in. Ruxmî rewşên zehmet ên salên borî jinan huner jî li cih nehişt. Huner peyama aştiyê ye."

Emel wiha domand: "Heta jinên şêwekar xwe bi pêş bixin, divê van kevneşopên civakê bişikînin û peyamekê bidin ku jin dikarin di tevahî aliyan de bixebitin û hêza wan heye."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/22/191233_heva-ismail.jpg

Şêwekar Hêva Îsmaîl jî ku ji Kobanê ye, got ji bo şikandona bendên li dijî jinan, wê biryar da ku beşdarî vê xebatê bibe û tabloyên li ser jinan û têkiliyên wan ên bi xwezayê re xêz bike.

Hêva wiha domand: "Bê guman hin mijar hene, jin nikarin wan eşkere bikin. Ew jî ji ber kevneşopên civakê ye. Ji lew re xêzkarî li kêleka hunerên din rêbaza baş a derbirîna hestên jinan e."

Hêva Îsmaîl bang li tevahî jinan kir ku rola xwe di tevahî aliyan de bilîzin û radestî zîhniyeta baviksalar nebin. Her wiha bang li jinan kir ku behreyên xwe di huner, rêveberî û aliyên din de bi pêş bixin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din