Jinên Serêkainyê: Em alîkariyê naxwazin, dixwazin vegerin hêlîna azadî û aşîtiyê Serêkaniyê

Ji ber êriş û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran xelkê Serêkaniyê neçarî koçberiyê bû. Jinên Serêkaniyê gotin: "Dewleta Tirk em koç kirin, em dixwazin vegerin hêlîna xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, Serêkaniyê."

Bi tîfaqeke hevbeşî ya di navbera Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de di 9'ê Cotmehê de dewleta Tirk tevî çeteyên wê êrişî Serêkaniyê û bajarên seranserî sînorê Bakurê Sûriyê kirin. Di encama êrişê de gelek sivîl, di nav de jin û zarokan şehîd û birîndar bûn û bi hezaran jî ber tang, top û balafiran koçî deverên din bûn.

Hejmarek li ser rêyan di nava zeviyan de bicih bûn, hin jî li gel malbat û mirovên xwe hin jî li dibistanan belav bûn. Ji ber zêdebûna hejmara koçberên Serêkaniyê derfetên ku tên pêşkêşkirin têrê nake.

Kamîreya me li dibistanên Meyselûn û Seyîf El-Dewlê yên navçeya Til Temir geriya û rewşa koçberan û daxwazên wan ji xwendevan û tameşevanên xwe re ragihand.

'Erdogan dixwaze Kurdan qir bike'

Şirîn Fetah ji taxa Hewarna ya Serêkaniyê ye ji ber topên Dewleta Tirk neçarî koçê bû wiha dibêje: "Em ji ber balafirên dewleta Tirk koç bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê mal û milkên me talan û wêran kirin, Erdogan dixwaze gelê Kurd qir bike.‘‘

'Serêkaniya ku aştî û aramî jê dibaraye niha vediguheriye dojeh'

Fexriya Hemîd ji Serêkaniyê ev 13 roj in li dibistanê bi cih dibe ev yek anî ziman:"Jiyana me ya berê li Serêkaniyê gelekî xweş û aram bû. Hemû netew bihev re dijiyan, niha dewleta Tikr û çeteyên wê jiyana me kirin dojeh û me ji ser xaka me koçber kirin û niha em li dibistanan in. Rêveberiya Xweser bi me re alîkar e, lê em dixwazin vegerin warê xwe, warê me nabe warê tu kesî xerîb. Em nêzî 3-4 rojan bê av û xwarin man, lê tevî ewqase zehmetî em dixwazin vegerin Serêkaniyê û were xwestin em ê axa wê jî bixwin, lê tenê em li ser xaka xwe bin. "

'Dewleta Tirk hêza dagirkerî û diziyê ye'

Şirîn Xelîl jî der barê bicihkirina niştecihên Tirkiyê li Serêkaniyê de ku bi destê dewleta Tirk demografiya herêmê dide guhertin ev yek teqez kir: "Em xelkê Serêkaniyê yê resen in, me ev welat ava kiriye û parastiye, bi çi mafî çeteyên dewleta Tirk ên ku li Tirkiyê perwerde bûne werin û li ser xaka me ya pîroz bicih bibin. Mal û milkên me mirîşk, çêlek û her tiştên me dizîn. Ev in yên ku behsa aşîtiyê û aramiyê dikirin, ev hêza dagirkerî û diziyê ye."

'Ma cîhan qêrîna jin û zarokên Bakurê Sûriyê nabhîsin'

Kemiya Iweyîd a ji taxa Meheta ya Serêkaniyê jî dibêje çi Kurd çi Ereb êrişa ku pêk tê li ser hemuyan e û wiha dom kir: "Me her tişt li pey xwe hişt û ji ber bombebarana balafiran ji tax û bajarê xwe derketin. Ji jiyana me xweştir nebû li Serêkaniyê lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê hatin jiyana me tarî kirin. Dema ku dewleta Tirk êriş kirin hemû netew bihev re dest girtin û negotin ev Kurd, Ereb ango Suryan e. Netewên Serêkaniyê yek in û tu ferq û cudahî di navbera wan de tune ye. Xwedê ji Erdogan re nehêle û xêrê jêre neşîne. Ma cîhan nabîne qeyî kor û kerr bûye û qêrîna jin û zarokên Bakurê Sûriyê nabhîsin. Em dixwazin vegerin xak û warê xwe alîkariyê ji tu kesî naxwazin, xaka me ji alîkariyan girîngtire."

'Sûriyê kirine mîna nanekî û li hev par dikin'

Kemiyayê got, Amerîka tevî Rûsya jî xayîn in û wiha dawî li axaftina anî: "Tu kes hevalê me tune ye, hêzên navdewletî li ser xwîna gelê Sûriyê bazaran dikin. Amerîka û Rûsya jî xayîn in, gelê Sûriyê di aramiyê de dijiyan, krîza welatê xwe anîn Sûriyê, heya ku vir jî bû navenda şer, qetilkirin û xwînrijandinê. Sûriyê kirine mîna nanekî û li hev par dikin. Eger gelê Sûriyê nebin yek em ê her tim bibin pariyê devê xelkê."

'Dewleta Tirk û DAIŞ‘ê yek in'

Xezal Dewrîş ji Kobanê ye lê li Serêkaniyê dijiya dibêje ew alîkariyê naxwazin, welatê xwe azad dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Serêkaniyê bi xwîna zarokên me azad û ava bû, em dixwazin vegerin cihê ji dayîkbûne. Em naxwazin çete welatê me dagir bikin, ji ber ku dê keçên me bifroşin û wan tecawîz bikin, ji ber wê em dixwazin dagirker ji Serêkaniyê derkevin. Em naxwazin kêliyên DAIŞ dîsa bijîn."

ANHA


Mijarên Din