Jinên Rewşenbîr: Divê jinên Kurdistanê bibin pêşengên însiyatîfên yekîtiyê

Jinên rewşenbîr ên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku divê tevahiya aliyên têkildar, hêzên Kurd û partiyên siyasî erkên xwe bînin cih û yekîtiya xwe çêbikin. Jinan got: “Divê jinên Kurdistanê bibin pêşengên însyatîfên yekîtiyê.”

Hinek hêz û partiyên siyasî ji demekê ve hewl didin yekîtiya Kurd ava bikin. Hinek ji wan hêz û aliyan, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên li derve ne.

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Nisanê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Rêber Ocalan bang li hêzên Kurd kir ku yekîtiyê ava bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin.

Jinên rewşenbîr ên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê daxwaze yekîtiya netewî ya Kurd de ji ANHA’yê re axivîn.

Jinan diyar kirin ku dikarin bi rêya yekîtiyê, li hemû qadên navnetewî nûnertiya gelê Kurd xurt bikin.

Endama Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Hesîne Ehmed ji hemû partiyên siyasî yên Kurd hêvî kir ku li dijî siyasetên dagirkeriyê û mêtîngeriyê yekîtiyê ava bikin.

Hesîne got: “Daxwaza gelê Kurd ya tekane  ew e ku li tevahî Kurdistanê yekîtî pêk were. Her wiha kongreya neteweyî ya Kurd lidar keve û lêvegerek siyasî çêbibe. Da ku bi rêya yekîtiyê li hemû qadên navnetewî nûnertiya gelê Kurd bikin.”

Hesîne destnîşan kir ku divê partiyên Kurd û kesên xwe wek nûnerên karûbarên gelê Kurd dibînin, ji berjewendiyên kesayetî û yên partiyetî yên teng dûr bikevin û bê mudexeleyên derve partiyên Kurd nêzî hev bikin.

Têkildarî rola ku dikeve ser milê rewşenbîrên jin Hesîne got: “Hesta jinê û giyana wê ya fedayî her tim hêz û israr daye jinê. Di şoreşa Rojava de jî jin di tevahiya waran û astên siyasî, civakî û dîplomasî de pêşeng bû. Niha jî dikare rolek pêşeng di pêkanîna yekîtiyê de bilîze. Derfetek mîna niha carek din ji gelê Kurd re peyda nabe, lewra divê gelê Kurd vê derfetê bikar bîne û yekîtiya netewî ava bikin.”

Girêdayî heman mijarê endama Yekîtiya Rewşenbîran Necla Xlelef însiyatîfên pêkanîna yekîtiya netewî wek gavek dîrokî û bi nirx hesiband û got: "Di vê pêvajoya hesas û kirîtîk de em dibînin ku xurtkirina hebûna Kurd û peydakirina parastinê ji bo wî; daxwazên gelê Kurd  in."

Necel di dawiyê de wiha got: "Divê jinên Kurdistanî ji bo pêkanîna van însiyatîfan bibin pêşeng.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din