Jinên rewşenbîr: Divê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" bikeve lîsteya terorê

Jinên rewşenbîr bal kişandên ser sûcên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" banga xistina vê komê nava lîsteya terorê ya cîhanê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin ku ji bermahiyên DAIŞ û El-Nusrayê pêk tê, ji 9‘ê Cotmehê ve êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Girêdayî mijiarê jinên rewşenbîr diyar kirin ku ji ber kiryarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bikeve lîsteya terorê ya cîhanê.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizirê Leyla Îbarhîm diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê sûcên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin û got, bajaran dagir kirin û niştecihên wê koçber dikin da ku demografiya herêmê biguherin.

Leyla destnîşan kir ku kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li vir sînordar nema û wiha domand: "Çete zarok, ciwan û jinan direvînin û fidyeyê ji malbatên wan dixwazin. Agahî hene ku li herêmên dagirkirî bazirganî bi endamên laşê mirovan tê kirin."

Leyla Îbrahîm anî ziman ku wekî rewşenbîr ew matmayî dimîn ku heta niha hêzên cîhanê li hemberî sûcên Tirkiyê û çeteyên wê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" bêdeng in û nexistine lîsteya terorê, nemaze piştî ewqas sûcên li ser sivîlan de hatine belgekirin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a şaxê Serêkaniyê Anahîta Sîno bi bîr xistin ku beriya êrişên Tirkiyê jiyana wan li Serêkaniyê aram û ewle bû û ev tişt got: " Êrişên dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê jiyana wan serûbin kirin, ti sûc nema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nekiriye, ji kuştin, wêrankirin û koçberkirina niştecihan."

Anahîta destnîşan kir ku di şer de her tim jin berdêl dide û wiha dom da axaftina xwe "Kiryarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê yên mîna qetilkirina kesayeta welatparêz û siyasetmedar Hevîn Xelef di  ti dîrokê de çênebûye. Hevrîn banga diyalog, rawestandina şer, kuştin û wêrankirinê dikir, qetilkirina wê bi vê awayî asta hovîtî, dijminatî û bê exlaqiya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê diyar dike."

Anahîta got, heger edalet di dunyayê de hebe divê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bixe lîsteya terorê ya cîhan û endamên wê darizîne. Her wiha bang civaka navdewletî kir ku li hemberî sûcên li herêmên dagirkirî yên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bi destê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" tê kirin, helwestekê bide û vê artêşê bixe lîsteya terorê.

ANHA     


Mijarên Din