Jinên Reqayê: Revandina jinan hovîtiya çeteyên Tirkiyê eşkere kir

Bi sedan jinên ji Reqa û gundewarên wê û endamên rêxistinên civaka sivîl îro xwepêşandaneke şermezarkirina kiryarên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê û herêmên dagirkirî yên dîtir li dar xist.

Rêveberiya Jinan a Reqayê xwepêşdanek li dar xist, tê de bi sedan jinên bajarê Reqayê, rûspiyên eşîrên herêmê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn, her wiha di xwepêşandanê de ji civaka navneteweyî daxwaza rawestandina kiryarên li dijî gelên li herêmên dagirkirî, bi taybet li dijî jinan hat kirin û bal kişand ser ku divê lêpirsînek der barê sûcên kirêt ku çeteyên El-Hemzat li dijî jinên Efrînê yên revandî pêk anîne, bê kirin.

Xwepêşandan ji pêş Qada Agirkujiyê ya li naverasta bajêr ber bi kolana Basil ve dest pê kir, tê de jinan çiqilên zeytûnê û pankartên "Bila mirovahî li hember vê hovitiya ku mirovbûyînê dikuje, şerm bike”, “Heqaretkirina jinên Efrînê heqaretkirina tevahî jinên cîhanê ye” û “Jinên Reqayê ji bo jinên Efrînê li hember Erdoganê faşîst serî hildidin" hildan.

Piştî ku xwepêşandêr kom bûn, deqeyekê rêz girtin. Piştre endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliya Kecwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro tevahî şêniyên Reqayê ji bo piştevaniya jinên Efrînê li hember kiryarên faşîst û derexlaqî yên çeteyên girêdayî dewleta Tirk disekinin."

Li aliyekî din jî endamên rêxistinên civaka sivîl kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku divê bilez tev bigerin û lêpirsîneke navneteweyî der barê sûcdaran de vekin.

Endamên rêxistinên civaka sivîl li pêş avahiya saziyên kom bûn ku tev li daxuyaniya şermezarkirina kiryarên Firqet El-Hemzat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên bajarê Efrînê bibin.

Li ser navê rêxistinên civaka sivîl Necah Xelîf daxuyanî xwend û wiha got:

"Em rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê, bi tundî kiryarên derexlaqî yên ku Firqet El-Hemzat li bajarê Efrînê li dijî jinên Efrînê piştî girtina wan û piştre serbestberdan wan bi awayekî tazî, şermezar dikin. Kîjan peymana navneteweyî yan qanûna şerî yan jî qanûna exlaqî vê kiryara hov qebûl dike, ka rêxistinên navneteweyî? Ka saziyên mafên mirovan ji bo van sûcên ku çeteyên Erdogan pêk tînin? Ka exlaqê wan? Bi kîjan mafan ev reftar? Ka civaka navneteweyî?

Em banga daxwaza lêpirsîna navneteweyî û hesabxwestina berpirsyaran li ser van kiryaran dikin, her wiha bang li azadîxwazên azadiya jinan û mafên mirovan ên li tevahî dewletan dikin ku bi lez tev bigerin û kiryarên çeteyên girêdayî rejîma Tirkiyê şermezar bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din