Jinên Reqa û Dêrazorê: Li dijî gefên Tirkiyê em bi hêzên parastinê re ne

Jinên endamên sazî û buroyên jinan ên bajarên Reqa û Dêrazorê sernava navendên YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê kirin.

Pêngava "Me yekitiya xwe ava kir û em bi ser ketin.. em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin" ya ji aliyê rêveberiyên jinan ên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ve li dijî gefxwarinên Tirkiyê didome. Di çarçoveya pêngavê de îro endamên saziyên jinan ên Reqayê serdana navedên YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin kirin.

Di serdanê de girîngiya hevgirtina li hemberî gef û êrîşên li ser herêmê hatin nîqaşkirin.  Endamên şandeya jinan gotin: "Divê em yekitiya xwe ava bikin, heger êrîşî li ser herêmên me hatin kirin em ê li eniyên pêş li ber xwe bidin."

DÊRAZOR

Endamên Rêveberiya Jinan a herêma Dêrazorê jî serdana navendên YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin kirin.

Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Şehrezad El-Casim got: "Em jinên Dêrazorê em li hemberî dagirkeriyê bisekinin û destekê bidin Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jin û Yekîneyên Parastina Jin."

ANHA


Mijarên Din