Jinên PYD‘iyî: Êrîşa li dijî Hevrîn, li dijî jin û tecrûbeya Rêveberiya Xweser e

Meclisa Jin a PYD‘ê êrîşa hovane ya ku Sekretêra Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef kir hedef şermezar kir û bi sûcekî der mirovî û li dijî jin û tercrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nav kir.

Meclisa Jin Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrîşa hovane ya ku Sekretêra Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef kir hedef şermezar kir û got, bi destpêka êrîşên Tirkiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çalakiyên şaneyên veşartî yên çeteyan zêde bûn.

Meclisê Jin a PYD‘ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê yek ji hewldanên dagirkirin û binpêkirina mafê rewa ya pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye, her wiha bi armanca têkbirina ewlehiya di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku hemû pêkhate di rêveberiyê wê de beşdar in, di heman demê de hewldanek ji bo zindîkirina DAIŞ‘ê ye.

Meclisa Jin a PYD‘ê di dawiya daxuyaniyê de êrîşa terorîst a ku Hevrîn Xelef kir hedef şermezar kir û bi sûcekî der mirovî, li dijî jin û tercrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nav kir û got: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Em bang li şêniyên BAkur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li derdora QSD‘ê kom bibin û xaka xwe ya dîrokî ji dagirkeriya Tirk biparêze."

(bb)

ANHA


Mijarên Din