Jinên pêkhateyê Ereb: Em komkujiyên li Şengal û Efrînê ji bîr nakin

Jinên Ereb anîn ziman ew êrîşên li ser Şengal û Efrînê ji bîr nakin û  di oxira azadiya jinan û gelê xwe amade ne berdêlên giran bidin.

Bi boneya nêzîbûna salvegera 5‘an a fermana 3‘ê Tebaxê ku çeteyên DAIŞ‘ê li ser gelê Êzidî yê Şengalê pêk anîbûn jinên pêkhateyên Ereb ên navçeyên Til Hemîs û Til Birak ên kantona Qamişlo hatin ba hev û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamên Kongreya Star Coza Hasûd û Henan Dawid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ‘ê êrîş bire ser Şengalê, gund û bajarokên derdora wê, bi awayekî hovane ciwan û îxtiyar kuştin û di gorên komî de defin kirin, jin sebî kirin û li bazaran firotin, gelek kes hatin revandin û heta roja me ya îro aqûbeta gelakan ne diyar e.

Di daxuyaniyê de wiha hate domand: "Ev sûcaya ku li pêşberî çav û guhên tevahî cîhanê hatin kirin wê dîrok ji bîr nake. Di wan kêliyan de civaka navdewletî tevnegeriya wekî ku dixwaze zêdetir sûc werin kirin."

Jinên Ereb piştgiya xwe bi jinên Şengalê re ragihand û gotin: "Êşa we êşa me ye, birîna we birîna me ye. Vaya Erdogan îro hewl dide bi rêya çeteyên xwe êrîşî Bakurê Sûriyê bike, piştî ku hevalbendên xwe winda kir. Her wiha bi hincetên ne di cih de hewl dide herêma ewle ava bike, em in ên ku ewlehî û aramiyê dixwazin, me şer kir û li ber xwe da heta heta ewlehî pêk hat, di oxira vê yekê de me bi hezaran şehîdan dan."

Jinên Ereb di dewama daxuyaniyê de destnîşan kirin ku divê êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê, koçberkirina şêniyên wê, her wiha gefên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyên jibîrkirin û gotin: "Em dengê xwe bilind dikin da ku bêjin em bûyerên li Şengal û Efrînê rû dane qebûl nakin, ji bo azadiya jin û azadiya gel û jiyaneke bi ewle em amade ne bi zarok, îxtiyar û jin feda bikin."

ANHA


Mijarên Din