Jinên li Tirkiyê piştî qetilkirina jinekê, li dijî Erdogan serî hilda

Li gelek bajarên Tirkiyê xwepêşanda ji bo qetilkirina keçekê bi destê hevalê wê çêbûn û siyasetên rejîma serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ku nikare asta tundiya li welat ku di vê dawiyê de li dijî jinan zêde bûne, bisekinîne şermezar kirin.  

Rojnameya Eyn El-Ixbariyê diyar kir ku keça tirkî ya bi navê Pinar Gultekin di encama sûcekî hovane de hate qetilkirin. Pinar ji aliyê hevalê wê Cemal Metîn Efincî hate xeniqandin, her wiha beriya ku cenaze têxe bermîl hewl da cenazeyê wê bişewitîne, paşê li daristaneke rojavayê Tirkiyê veşêre.

Piştî sûcdar hate kifşkirin,  ji aliyê raya giştî ve hate şermezar kirin, her wiha gel xwepêşandên hêrsa li dijî vê sûcê li dar xistin û ji rejîma desthilat daxwaz kir ku tedbîrên zêde ji pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan ku di vê dawiyê de zêde bûne, bigirin.

Li bajarê Stanbolê hejmareke mezin ji jinan li herêmên Beşiktaş a li aliyê ewropî ji bajêr û Qadî Koy a li aliyê asyayî kom bûn û buyer şermezar kir.

Hejmareke mezin ji hunermendan beşdarî çalakiyê û beşdarî platforma bi navê"Em ê sûcên li dijî jinan bisekinînin" bûn, her wiha meclisa jinan a bajêr jî tev li çalakiyê bûn.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Na ji bêdengiya bûyerên wiha re","Dem dema aktîfkirina hevpeymana Stanbolê ye" rakirin. Hevpeymana Stenbolê têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan e.

(eh)


Mijarên Din