Jinên Kurd tecrube û perspektîfên xwe ji jinên cîhanê re pave dikin

Bi rêya semînerên online jinên Kurd tecrube û perspektîfên xwe ji jinên cîhanê re parve dikin. Bernameyê 14’ê Hezîranê dest pê kir û heta 23'yê Tebaxê dê bidome. Semîner li ser kanala Youtubeyê Women Weaving Future dikarin bên şopandin.

Tevgera Jinên Kurd perspektîfên xwe yên dahatûyê û analîzên pergalê bi sernavê 'Em ê Dahatûya Xwe Çawa Deynin' bi rêya senînerên online wê bi jinên cîhanê re par ve bikin. Panêl û semîneran 14'ê Hezîranê dest pê kirin. Panêl û semîner ji hêla endamên networkê ve tên organîzekirin ku piştî konferansa 'Jin Dahatûya Xwe Dihûnin' ya 2018'an a li Frankfûrtê pêk hatibû. Bernameyên online wê sê mehan bidomin, ji bilî jinên Kurd jinên ji Ewropa, Amerîkaya Latîn, Asya û Rojhilata Navîn jin tev li bernameyê dibin.

Bernameya online bi sernavê tecrubeya tevgera jinên Kurd û panêlên bi navê Gotebêjên Cîhana Nû ji du beşan pêk tê. Di bernameyê de ya ku ji 14'ê Hezîranê û vir ve dest pê kiriye heta niha rewşa girtiyên polîtîk ên li Kolombiya, Kurdistan û Amerîkayê, dîroka tevgera jinên Kurd, perspektîfên rêber Abdullah Ocalan û pergala hevseroktiyê hate axaftin.

Bernameya online îşev saet 19.00'an bi semînera bi navê, “Ji Îdeolojiya Azadiya Jinê ber bi Rêxistiniya Jina Azad ve” wê bidome. Di semînrê de wê Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navnetewî ya KNK'ê Nîlûfer Koç biaxive.

TEQWÎMA BERNAMEYÊ

12'ê Tîrmehê: Bi sernava, “Kaxeza turnûsolê ya modernîteya kapîtalîst” semîner wê were kirin. Semîner saet 19.00'an wê were kirin, Elîf Sarican, Silvîa Federîcî, Dr. Dersim Dagdevrîran û Radha D'Souza wê axaaftvan bin.

19'ê Tîrmehê: Aryen Rojava (YPJ) wê tevlî semînara bi navê “Femînîcîde û parastina jinê” bibe.

26'ê Tîrmehê: Nazan Ustûndag wê li semînera bi navê “Têkiliya di navbeyna azadî û rêxistiniyê de” biaxive.

2'yê Tebaxê: Semînera bi navê “Tiştên ku hêla covîd-19'ê şanî me dan” wê çêbibe û Roza Burç, Meredîty  Tax (USA), Lorena Cabnal (Guetemala), Benedetta Argentîerî (Italya) , nûnera Kongra-Starê wê hazir be.

9'ê Tebaxê: Di semînerê de ya bi navê Jîneolojî wê Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Ewropayê Yasemîn Adnan wê biaxive.

16'ê Tebaxê: Nûnera REPAK'ê Meral Çîçek li ser navê “Konfederalîzma Jinê” wê biaxive.

23'yê Tebaxê: bi navê “Jehrkuja kapîtalîzmê şoreşa jinê” wê semînerek were dayin. Alesîa Dro, Meral Çîçek, Nûnera Feministas Transfronterizas wê hazir bin.

Di semînerê de guhdar dikarin pirsan bikin, mirov dikare ji kanala  Youtube Women Weaving Future semîneran bişopîne. Her wiha mirov dikare bi navnîşana womenweavingfuture@riseup.net qeyda xwe jî li bernameyê bike.


Mijarên Din