Jinên Koçeratê bi stranên gelêrî jiyana xwe wesifand

Jinên gundê Kelehê Koçeriyê yê herêma Dêrikê yên bi çand, stranên folklorîk û cilên kevneşopî navdar in, jiyana xwe ya kevn bi stranan wesifand. Jinên ji Koçeratê kevneşopên ji dayikên xwe wergirtin, derbasî nifşên nû dikin.

Herêma Koçerat a başûrê rojhilatê navçeya Dêrikî bi çanda xwe dewlemend e, ji ber ku qebîleyên koçer in pergala wan a civakî, qebîle ye û her tim digerin. Ji sedan salan ve jiyana wan a gerînê ye, da ku ji pezê xwe re çêregeh û avê dabîn bikin. Van qebîleyan pez xwedî kir. Ji lew re dûrî siyasetên asîmîlasyona çandê ne ya ku bi mafên gelê Kurd de pêk hatine.

Herêma Koçerat, ji ber şêniyên wê tevahî êlên koçer in, wiha hat binavkirin. Êlên koçer di navbera çiyayê Qeremox û ber bi başûr heta sînorê Rojava û Başurê Kurdistanê de bi cih bûn. Di wê herêmê de 33 gund hene.

Gundê Kelhê, gundekî ji herêma Koçerat e û tê de êl heye. Qebîleya tê de navdar jî Mîran e.

Şêniyên herêma Koçerat tekez kir ku navê wê li gorî hin êlên Kurdî ku pez di destpêka sedsala 18’an de xwedî kirine. Mîran ji êlên Keça, Batiya, Zihêrî, Hemama, Xerza, Dudîra, Elka û E’lka pêk tê.

Di gund de jinan parastina mîrateya xwe kiriye. Stranan dibêjin û cilên xwe yên folklorîk ên koçerî li ber xwe dikin. Bi wê re jî rewş û êşên xwe yên rojane vedibêjin.

‘Mîraseya me ya stranê ji dapîr û dayikên me ye’

Stranên gelêrî bi tevahgî cureyên xwe ji rêbazên girîng ên ku koçeran bi rêya wê dîrok û bûyerên ku tê re derbas bûne û veguhastine nifşên din, parastin. Ji bilî wê jî hunerekî resen e ku êl pê navdar in.

Stîniya Xezal Elî jinek ji gundê Kelhê îşaret pê kir ku mîraseya koçer hên jî zindî ye û derbasî nifşên din bûye û wiha got: "Min çanda stranê ji bav û dayika xwe wergirtiye. Her wiha di şevbihêrk û civînên wan ên li ser gir de ku bûbû cihê şevînê, guhdarî stranan dikir."

Stîniya Xezal Elî wiha lê zêde kir ku di 14 saliya xwe de, min dest bi stranan li zemawendên li gund kir, bi taybet şeva hineyê.

Cureyên stranan û wateyên wan

Li gel koçeran gelek stranên cur bi cur hene ku di şev û boneyên xwe de distran. Lê hin ji wan wateyên xwe yên taybet hene ku jiyana xwe pê wesif dikin.

Stranên ‘Xelfetîn, Têlî û Giranê’ ji stranên folklorîk in ku li bone, şahî û zemawendan dihatin gotin. Der barê her yekê de jî govend, dahol û zirneyek xwe ya taybet hebû. Strana lorî jî ji zarokan re ye.

Strana ‘Bêrt’ jî, der barê şerê ku koçer tê re derbas bûn, bi taybet gelê Kurd bi giştî û lehengiyên wan de ye.

Strana ‘Piştikê me hêsan e’ der barê xebata li nava zeviyê çandiniyê û komkirina sapê ya piştî çinînê de ye.

Besê Silêman (40) wiha got: "Di jiyana xwe ya li gundê Kelha Deham de min vejandina çanda Kurdî dît. Min çand ji meta xwe wergirt. Her stranek ji jiyana koçeran, wateyeke wan a cuda heye û niha jî fêrî zarokên xwe dikim."

Jin koçer cilên xwe diparêzin

Di gundê Kelhê de jinên êlên Mîran bi cilên xwe yên taybet ên koçerî navdar in, weke xeftan, kefnek û Beştin. Di dema niha tenê jinên mezin wan cilan li ber xwe dikin û di boneyan de jî li nifşên nû dikin.

Jinên gund parastina xeftan koçerî ji kevn heta niha de dikin û ew caw jî kevntirîn e.

Besê Silêman got ku rêbaza ku pê xeftana koçerî didrû hê jî heta niha ji jinên koçer re didrû. Lê Şabik a kevn jî ji 3 tayên stûr ên ji mûya pez pêk tê, tê dirûtin. Lê Şabika niha ji tayên rengîn bi sembolên Kurdî tê dirûtin. Li rexê jî nexş û çêkirina tejan heye.

Ya balkêş jî, hê jinên gundê Kelhê li hespan siwar di jiyana xwe ya rojane de siwar dibin.

Gundê kelhê, li gor girê li bakurê gund hat binavkirin. Ev kelha jî vedigere serdema kevn a ku ji beriya Îslamê anku di dema Pers û Memalîkan de hatiye avakirin. Şêniyên gund di malên ji mûyên pez, mih, konên mezin ên bi stûnan hatine rakirin û bi mûyên pez hatine girêdan de, bi cih dibûn.

Şêniyên gund ji kevn de debara xwe bi pez dikir. Malên gund di wê demê de 28 mal bûn. Gundî ji hêla mixtarê gund ‘Deham Nayif Paşa’ serokê êla koçeran a Mîran a 1942’yan ve, dihatin birêvebirin.

Sal li pey salê, malên gund ji konan vedigerî malên ji herî û qamîşan. Di encama zêdebûna şêniyan de ya bi hejmara 400 kesî berfireh bû û li derdora gund û gundên Girkê Hawil, Til Xinzîr, Girasor, Hiso, Banê Şkeftê û Gir Kendal belav bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din