Jinên koçber: Em cejna Remazanê pîroz dikin û bi hêvî ne vegerin warên xwe

Jinên ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, cejna Remezanê pîroz kirin û gotin: “Em hêvî dikin ku dagirker ji warê me derkevin, em vegerin warê  xwe û aştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî kirin, bi sed hezaran şêniyên resen ên herêmê neçar man ji warê xwe koçber bibin. Sed hezaran şêniyên herêmên dagirkirî, dê îsal cejna Remezanê dûrî warê xwe pîroz bikin.

Bi nêzîkbûna cejnê re nûçegihanên ANHA`yê hevdîtin bi jinên koçber ên ku li Kampa Weşûkanî li rojavayê navenda Hesekê dimînin, şêniyên Girê Spî yên ku li bajarê Reqayê dimînin û hevserên şehîdan re yên ku li kantona Şehbayê dimînin re çêkirin.

HESEKÊ

Koçbera ji gundê Lîlan ê girêdayî navçeya Til Temirê Hûriye Silêman got: "Piştî ku em ji warê xwe koçber bûn, ji bo me şadiya cejnê giringiya xwe winda kiriye. Her sal mîna vê demê me şêraniyên cejnê çêdikirin. Lê niha di nava kampê de rewş cuda ye."

Hûriye hêvî kir di demek nêz de vegere warê xwe, aştî û aramî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe.  

Koçbera ji Serêkaniyê Hebîbe Xelîl got: “Em hêvî  dikin ku ev cejn li tevahiya şêniyan xêr be, dagirker derkevin û em vegerin warên xwe. Em hêvî dikin ku sala bê cejnê di nav xizm û dostên xwe de li bajarê xwe pîroz bikin."

Foze El-Xelîl xwest cejnê di nav xelkê xwe de yên ku ji ber şertên şer ji hev dûr ketine, pîroz bike û got: "Artêşa Tirk a dagirker zarokên me, ji me dûr xistin û em ji şabûna wan mehrûm kirin.”

Foze diyar kir ku hêviyek wê heye, ew jî rojekî vegere mala xwe û aştî li herêmê belav bibe, jiyanek tijî şadî û kêfxweşî bijîn.

REQA

Koçbera bi navê Rîm Mihemed (55) a  ji gundê Qurnful ê girêdayî Girê Spî got: "Ji ber topbarana bêserûber em li hundir û derveyî Sûriyê ber belav bûn. Lewra em hêvî dikin vegerin warên xwe. Cejna me ya rastîn, dema em vegerin warên xwe ye. Hêviya me ya tekane axa me rizgar bibe."

Xanim Mihemed (25) ji gundê Qurinful got: "Em niha li bajarê Reqayê dimînin. Em hêvî dikin di demek nêz de vegerin bajarê xwe û bi xizmên xwe re bicivin."

Koçbera bi navê Zelîxa Şikrî ev tişt destnîşan kir: "Ji ber dagirkeran em koçber bûn û hatin Reqayê. Îsal em cejnê dûrî mal û xizmên xwe pîroz dikin. Lewra em hêvî dikin vegerin warên xwe."

Zalîxa îsal keyfxweşiya cejnê ne weke berê ye.

ŞEHBA

Bi rasthatina cejnê re her sal malbatên şehîdan serdana gorên zarokên xwe dikin. lê ji ber koçberiyê şêniyên Efrînê ji vê yekê bê par man.

Hevsera şehîd Ebdo Subhan Hisên cejn pîroz kir û got: "Hevserê min di 2013`an de di berxwedana gundê Qestek Cindo de li Efrînê şehîd ket. Gorê wî li Goristana Şehîd Rifat li navçeya Şera ye. Lê ev sê sal in nikare serdana gora hevserê xwe bike. Her sal me baxên gulan dibirin ser gorê hevserê xwe."

Subhan diyar kir ku piştî koçber bûne, ji serdanê mehrûm mane û got: "Çi dibe bila bibe, em ê hertim şopdarên şehîdan bin. Bi rasthatina cejnê re em hêvî dikin aştî belav bibe û em vegerin Efrînê."

Keça şehîd Ebdo Narîn Maimo (11) cejna Remezanê pîroz kir û got: "Ev cejna sêyemîn e ku em nikarin serdana gorê bavê xwe bikin. Ez hêvî dikim ku serdana gorê wî bikim  û vegerim Efrînê."

Bi boneya rasthatina cejnê re Saziya Malbatên Şehîdan alîkariyên madî û manewî li malbatên şehîdan belav kirin. Têkildarî vê mijarê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Leyla Koce got meclisê ji malbatek şehîd re alîkariya madî pêşkêş kirine da ku pêdiviyên xwe peyda bikin.

Leyla Koca cejna Remezanê li malbatên şehîdan pîroz kir û hêvî kir Efrîn rizgar bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din