Jinên Kobanê şehîdên komkujiya Helencê bi bîr anîn

Bi dehan jinên Kobanê çilrojiya şehîdên komkujiya gundê Helencê ku dewleta Tirk a dagirker bi firokeyeke bêpîlot pêk anîbû, bi bîr anîn.

Hejmarek jin û malbatên her sê şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn ku çilrojiya her sê şehîdên ku di hedefgirtina firokeya bêpîlot a dewleta Tirk a dagriker li maleke sivîl li gundê Helencê yê başûrê rojhilatê Kobanê de di 23’yê Hezîranê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şehîd Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê bûn, her wiha Emîna Weysî jî xwediya mala ku hatiye hedefgirtin bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din