Jinên ji Rojava: Em li kêleka jinên berxwedêr ên Rojhilat-Îranê ne

Jinên ji Rojavayê Kurdistanê serhildana gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku jin jê re pêşengiyê dikin, silav kirin û gotin: “Çawa jinên Rojhilatê Kudistanê di dema êrişên DAIŞ`ê de tev li Şoreşa Rojava bûn û xwe feda kirine, erka me ye jî ku em tevî gelê xwe yê Rojhilat li dijî desthilatdariyê rabin.”

Li paytexta Îran Tehranê jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku desmala xwe baş nedaye serê xwe û porê wê xuya kiriye, ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hat destgîrkirin û piştre bi îşkenceyê hate qetilkirin.

Beriya ku Jîna Emînî bê qetilkirin li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê jî jina Kurd Şilêr Resûlî ji bo ku ji destavêtina leşkerekî rejîmê rizgar bibe, dawî li jiyana xwe anîbû. Piştî van bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê yên li jinên Kurd pêk hatine, hêrs û nerazîbûneke mezin çêbû û bû sedem ku li seranserê Îranê gel rabe ser pêyan.

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya xwepêşandan û şermezarkirina rejîma Îranê di nav çalakiyan de ne.

VIYAN PEYMAN A ROJHILATÎ DI OXIRA ŞOREŞA ROJAVA DE XWE FEDA KIR

Berdevka Rêxistina Sara Arzu Temo diyar kir ku ew jî dengê xwe tev li dengê jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin û got: “Li dijî tundiya li ser jinan, jinên li Rojhilatê Kurdistanê li ser pêyan in. Ji ber ku şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinan hat naskirin, jinên Rojhilat jî tev li şoreşê bûn.”

Arzu Temo wiha domand: “Di şoreşa Rojava de jinên çalakvan wekî Viyan Peyman ku dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmên me kirin, canê xwe feda kir. Îro em jî wek Rêxistina Sara tev li van çalakiyan dibin. Jinên Kurd ji bo ku li hember vê hişmendiya qirêjî bisekinin, divê kesên ku Jîna Emînî qetil kiriye, ceza bikin.”

Arzu Temo bang li hemû jinên Kurdistanê kir ku tev li “şoreşa jinên Rojhilat” bibin.

ERKA ME YE KU EM LI KÊLEKA GELÊ ROJHILAT LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ RABIN

Endama Kongra Star a bajarê Qamişloyê Mûne Îbrahîm jî destnîşan kir ku îro di şexsê jinên Kurd de gelê Rojhilat serî hildaye û got: “Rabûna gelê Rojhilatê Kurdistanê hêviya serkeftinên mezin bi xwe re dide avakirin. Ruxmî ew qas zilma rejîma Îranê ku bi awayekî hovane gelê herêmê qetil dike, gelê herêmê her tim li ber xwe da û heta îro jî bi berxwedanê bersivê didin van êrişên hovane.”

Mûne Îbrahîm wiha pê de çû: “Em vê hovîtiyê qebûl nakin. Ji ber ku Kurdistan yek e. Çawa ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de jinên Rojhilatê Kurdistanê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û xwîna xwe li ser vê axê rijandin, îro erka me gelê Rojava ye ku em bi gelê xwe re li dijî desthilatdariyê rabin.”

EM Ê BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ REJîMA MOLLAYAN TÊK BIBIN

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişloyê Hêvî Seyîd jî Jîna Emînî û hemû jinên ku li ser destê dagirkeriyê bi awayekî hovane hatine qetilkirin, bi bîr anîn. Hêvî Seyîd da zanîn ku dijminên demokrasî û azadiyê di serî de jinan dikin hedef û got: “Di hemû qadan de em wekî jin pêşengên şoreşan in û li hemû qadan pêşengiyê dikin. Ji vê pêşengiyê dijmin ditirse. Bi rengekî hovan destê xwe avêtin guliyên Jîna Emînî û hewl dan jina serhildêr bê deng bikin, lê belê dijmin rastî serhildanê hat. Li dijî vê, helwesta me diyar e, tu kes nikare me têk bibe.”

Hêvî Seyîd diyar kir serhildana jinan a li Rojhilat berdewam e û got: “Em jî li kêleka wan jinên berxwedêr in. Ji bêdengiya desthilatdariyê re êdî bes e. Tu kes nikare me têk bibe. Em ê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ rejîma Mollayan têk bibin.”

ANHA


Mijarên Din