Der barê girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun de ku 2’yê Gulanê dema dixwest ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji balafirgeha Hewlerê biçe Ewropayê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû destgîrkirin û hîna rewşa wê ne diyar e, jinên li Qamişloyê nerazîbûna xwe anî ser ziman.
Sitêr Ebdilqadir Remo destnîşan kir ku PDK ji hêza jinan ditirse, lewma wan dike hedef û got: “Ev ne cara yekemîn e ku jin ji aliyê PDK’ê ve tên girtin. PDK bi vê siyaseta xwe nîşan dide ku ji hêza jinan ditirse, bi xiyanetê hebûna xwe didomîne. Lê bila PDK bizane ku bi girtina jinan û qetilkirina Kurdan dê tu carî bi ser nekeve.”
Sitêr xwest PDK têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a dagirker re di ber çavan re derbas bike, dest ji xiyanetê berde û şaşiyên xwe sererast bike.
Sitêr Ebdilqadir di dawiya axaftina xwe de xwest di zutirîn demê de têkildarî Azîme Arsun agahî bê dayîn.
Menîce Heyder jî PDK bi tundî şermezar kir û got: "Ez xiyaneta PDK’ê şermezar dikim. Ez dixwazim di demeke nêz de der barê Azîme Arsûn de agahî bê dayîn. Azîme Arsûn jineke siyasetmeder bû, ji ber nexweşiyên xwe dê biçûya Ewropayê, lê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û heta niha jî ne diyar e ka li ku derê ye. Divê PDK dev ji polîtîkayên xwe yên qirêjî berde.”
Menîce Hayder xwest li hemberî nêzîkahî û pêkanînên wiha, helwesta gelê Kurd zelal û neteweyî be.
(he/a)
ANHA