Jinên ji Helebê: Erdogan bi rêya qetilkirina zarokan pêşeroja Sûriyê dike hedef

​​​​​​​Jinên bajarê Helebê komkujiya hovane ya ku artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Til Rifetê pêk aniye, şermezar kir. Di encama wê komkujiyê de 10 sivîl şehîd bûn ku piraniya wan zarok bûn. Jinan komkujî wek lekeyeke şermê li eniya rêxistinên ku parastina zarokan û mafên mirovan îdia dikin, wesifandin.

Di nav rêzehelwestên şermezarkirina komkujiya Til Rifetê de jinên bajarê Helebê tekez kir ku Erdogan pêşeroja ronak a Sûriyê bi rêya qetilkirina zarokan dike hedef.

Girêdayî vê mijarê jina bi navê Meryem Hemo got: "Komkujiya ku Erdogan pêk aniye, di dîroka mirovahiyê de lekeyeke şermê ye. Sivîl koçber kirin û heta li Şehbayê zarokên wan qetil kirin. Gelo rêxistinên mafên mirovan û zarokan li ku derê ne? Edalet di qetilkirina wan zarokên bêguneh de li ku ye?"

Meryem Hemo wiha domand: "Bi topên ku Tirkiyê û artêşa wê çêkirine, bedenên zarokên me parçe kirin. Ev hovîtiya Erdogan çi ye, ji bo ku axa pêşiyên me kontrol bike. Ji niha û pê ve em li kesekî ku tehde li zarokann dike, nayên rehmê. Êdî bes e kuştin û wêrankirin."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Zêne Reşîd sûcên Tirkiyê yên der heqê sivîlan de bi taybet zarokan de, herî dawîn komkujiya Til Rifetê şermezar kir. Zêne zarok wek pêşeroja Sûriyê ya ronak wesifandin.  

Jina bi navê Ayşe Mistefa jî diyar kir ku komkujiya hovane ya ku li Til Rifetê pêk hatiye, mirovahiyê û mafên zarokan dike hedef. Ayşe destnîşan kir ku divê rêxistinên mirovî dest bi karê xwe bikin û wan binpêkirinan bi bawerbarî belge bike.

Her wiha jina bi navê Nezliye Hec Reşîd ji şêniyên Efrînê got: "Ruxmî ku em ji warên xwe koçber bûn, lê nehiştin em heta di herêmên koçberiyê de bijîn. Malên me topbaran kirin û zarokên me kuştin. Ev hemû li ber çavên cîhana bêdeng pêk tê. Gelo heya kengî em bên kuştin û koçberkirin? Gelo ne bes e êş?"

(şx)

ANHA


Mijarên Din