Jinên herêmên rizgarkirî li dijî gefên Tirkiyê hemle ragihandin

Jinên herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku ew qebûl nakin ku dagirkeriya Tirk(Osmanî) carek din vegere herêmê û destnîşan kirin ku dê li dijî dagirkeriya Tirk di bin dirûşmeya “Bibin yek, bi serkevin û ji bo parastina xwe em ê li berxwe bidin”bisekinin.

Beriya du rojan jinên herêmên rizgarkirî yên Tebqa, Reqa, Dêrazorê û Minbicê dest bi hemleyekê li dijî gefên Tirkiyê kirin  û diyar kirin ku dê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe. Yekemîn çalakiyên hemleyê li Reqayê bi daxuyaniyekê destpê kir. Jinan destpêkirina hemleyê ragihandin ku dê tevahiya rêveberiyên jin tevî endamên jin ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û ciwanan tev li hemleyê bibin.

Girêdayî mijarê endama Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Jin a Tebqayê û Rêveberiya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nedye Mihemed ji ajansa me re axivî û got: "Em dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Em piştgiriya jinên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û bi tundî dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Wek jinên herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin bi tevahiya pêkhateyên xwe dê li pêşiya dagirkeriya hov ê ku hewl dide hegemoniya dewleta Osmanî vegerîne herêmê bisekinin."

Ji aliyê xwe ve endama Rêveberiya Jin a gundewarê Dêrazorê Hiyam Ehmed destnîşan kir ku saziyên jinan dê hewl bidin meş û çalakiyên konvedanê li dar bixin, belavokan belav bikin û daxuyaniyan bidin. Hiyam wiha domand: "Em dê van hemûyan bikin, ji bo ku ji dagirkeriya Tirk re bêjin piştî ku ji terora DAIŞ`ê xilas bûne, em qebûl nakin ku imperetoriya Osmanî carek din vegere xaka Sûriyê."

Di nav gotinên xwe de Hiyam diyar kir ku Erdogan hewl dide berjewendiyên xwe li herêmê bi hinceta ku herêm nêzî sînor in pêk bîne, mîna çawa Cerablus, Bab û niha bajarê Idlibê dagir dike û wiha berdewam kir: "Wek jin em dê xwe bikin yek û li hember her êrîşekê ji aliyê  dagirkeriya Tirk ve em dê li berxwe bidin."

Ji aliyê xwe ve berdevka Meclisa Jin a Minbicê Hala Hesen got: "Wek jin di dirêjahiya 8 salan de me azar ji destê DAIŞ`ê kişand. DAIŞ`ê rûyê rastîn ê dewleta Tirk e û em nahêlin Tirkiyê êrîşî xaka me bike."

Di dawiyê de Hala tekez kir gelê herêmê dê li hember dagirkeriya Tirk li berxwe bide û got: "Bi yek dengî bi kal, mêr, jin û zarokên xwe em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin na."

(şx)

ANHA


Mijarên Din