Jinên herêmê di daxuyaniyên xwe de banga bilindkirina têkoşînê kirin

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Kongreya Star û rêxistinên jinan li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên cuda dan.

 Çalakî bi dirûşma “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” hatin lidarxistin.

ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê li parka navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên jinên ji aliyê dewleta Tirk ve rastî tundiyê hatine û jinên têkoşer, rakirin.

Piştre, endama komîteya perwerdeya Civaka Demokratîk Zehîde Memo bi zimanê kurdî û berdevka Komîteya Perwerdeyê ya kantona Şehbayê Necah Hisên bi zimanê erebî, daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi rihê jinên têkoşer, berxwedêr, bi rihê şehîd Sakîne, Fîdan, Leyla, Hevrîn, Zehra, Hebûn, Emîne û şehîdên din, em 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Em bala xwe bidinê, di roja îro de tundî gihîştiye lutkeyê. Di her deqe û her saniye de, jin rastî tundî, kuştin, revandin, tecawizkirin û binçavkirinê tên. Ji ber ku zihiyeta ji serdema Sûmeran ve ku koletiya jinan bingeh digire, hîna nehatiye guhertin û bi awayekî yekser û eşkere dewam dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku tevî derxistina gelek biryaran jî, lê binpêkirinên li dijî jinan û civaka Sûriyê dewam dikin, bi taybetî li herêmên dagirkerî.

Di dawiyê de hemû kiryarên dermirovî û neexlaqî yên li dijî jinan û civakê hatin şermezarkirin û bang li jinan hate kirin ku têkoşînê bilind bikin.

KOBANÊ

Tevgera Jinan a kantona Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Endama kongreya Star Esma Kino li deriyê ketina bajarokê Sirînê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev roj pîroz e, ji ber ku êdî jin dikarin zilma li dijî wan bi dawî bikin û mînaka wê yekê berxwedana jinan a di aliyên siyasî û leşkerî de ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Lê tevî destkeftiyên ku bi saya jinan hatine bidestxistin jî, hîna jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Nexasim ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku dixwazin jinan bêdeng bikin, moralê wan bişikînin. Ji ber vê yekê dagirkeran Zehra, Hevrîn, Hebûn, Dayika Aqîde û dayika Emîne kirin hedef.”

Her wiha bang li jinan hate kirin ku yekdest bin.

EYN ÎSA

Li Eyn Îsayê jî Kongreya Star bi amadebûna nûnerên meclis û komîteyên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

Eendama Kongreya Star Heya El-Elî daxuyanî xwend û Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi bîr anî û hemû cureyên tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li jinên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ku rastî tundiyê tên û bi taybetî jinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, hate kirin ku berxwedan û têkoşînê bilind bikin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û rêxistinên jinan hate kriin ku ji bêdengiya xwe derkevin û azarên jinan di ber çav re derbas bikin.

DÊRAZOR

Bi heman armancê, endamên saziyên sivîl li Dêrazorê çalakiyek li dar xistin û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin. Bi dehan endam, hevserokên saziyên sivîl û jinên Dêrazorê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Baxozê Madilîn Ebdulrehman daxuyanî xwend û wiha got: “Di salê de tenê rojek ji bo têkoşîna li dijî tudniya li ser jinan heye, lê belê em her roj li dijî vê tundiyê têdikoşin û bi hemû rêbazan xwe diparêzin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îsal gelek jin rastî tundiyê hatin û banga destpêkirina lêpirsînên adil li ser sûcên li dijî wan pêk hatine, kirin. Di salên şerê Sûriyê de gelek binpêkirin û sû cli dijî jinan pêk hatin. Sûcên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine jî, tundiya herî mezin e.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me soz daye ku em teslîm nabin. Wekî jinên Firatê bi giştî û bi taybetî jinên Dêrazorê em di vê rojê de denge xwe bilind dikin. Em ê bi hev re jinan biparêzin.”

Hemû çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinên azad, bi dawî bûn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din