Jinên Helebê: Şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef destpêka serkeftinê ye

Jinên bajarê Helebê diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mebesta qelskirina berxwana gel pêk tên û şehîdxistina têkoşer Hevrîn Xelef destpêka serkeftinê ye.

Jinên Helebê yên ku tev li çalakiya piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sersaxiya sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bûne, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Roşan Mihemed diyar kir ku êrîşên Tirkiyê komployeke mîna ku li Efrînê rûda ye û bûye sedema kuştina sivîlan û koçberkirina bi hezaran şêniyan.

Şîraz Silêman êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û raya giştî muxeteb girt û got: "Êdî bes e bêdengiya li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gotinên wan ne mîna kirinan in. Çawa dibe dewletek li tevahiya cîhanê tune ye sînorek ji Tirkiyê re deyne. Êdî bes e xwîn, em tenê jiyana di nav aştiyê de dixwazin."

Sebîha Efaşê êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê  Sûriyê şermezar kir û got: "Vê êrîşê yasmîna Sûriyê têkoşer Hevrîn Xelef bir. Şehadeta wê destpêka serkeftinê ye."

Sebîha destnîşan kir ku armanca êrîşan qelskirina jinan, gelê Sûriyê û berxwedana wan e, lê pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din wê şopdarên rêya têkoşînê bin û dê bi ser bikevin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din