Jinên Helebê: Em ê nûnertiya dengê jinên Efrînê bikin

Jinên bajarê Helebê gotin: “Armanca Erdogan ji dagirkirina Efrînê qirkirina Kurdan bû. Lê şêniyên Efrînê liber xwe dan û bi vîna xwe ya bi hêz nahêlin timayiyên Tirkiyê pêk werin. Em ê jî nûnertiya dengê jinê yê li Efrînê tepeserkirî, bikin.”

Bi boneya salvegera duyemîn a êrişan artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê, jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye binpêkirinên dagirkeriyê li dijî jinên Efrînê şermezar kirin.

Jina bi navê Zêneb Elî diyar kir ku ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, şêniyan liber xwe dan. Zêneb got: “Dagirkerî ji wan êrişan armanc dike vîna jinê bişkîne ya ku tevahiya qeydên zihniyeta desthilatdar li dijî xwe şikandiye. Erdogan armanc dike gelê Kurd qir bike, lê şêniyên Efrînê 58 rojan liber xwe dan. Tirkiyê bi komployek navneteweyî axa me dagir kir. Em neçarî koçberiyê kirin. Ji ber tirsa pêkanîna komkujiyan li dijî zarok û jinan me berê xwe da Şehbayê."

Zêneb wiha domand: "Di Berxwedana Serdemê de şêniyan rojane bi dehan şehîd oxir dikirin. Lê vîna jinên Efrînê ji wan siyasetan bi hêztir e. Wek jinên Helebê em ê asta têkoşîna xwe heya tunekirina terorê ji tevahiya axa dagirkirî mezin bikin.  Em ê navê Efrîn bikin dîrokek ku Erdogan ji bîr neke.”

Jina bi navê Şîraz Silêman komploya li dijî Efrînê şermezar kir û got: “Wek jinên Helebê em ê nûnertiya dengê jinê yê tepeserkirî li Efrînê bikin û têkoşînê bidominin heta serkeftin pêk were.”

Jina bi navê Esmehan Qedro jî got: “Êrişên dewleta Tirk ên li  ser Efrînê bûn sedema kuştina bi sedan zarok û jinan. Lê jinê li hember wan siyasetên xwe birêxistin kir. Wê jin li hember dagirkeriyê liber xwe bidin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din