Jinên Helebê: Divê jinên cîhanê li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan

Jinên bajarê Helebê destnîşan kirin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew e ku projeya netewa demokratîk têk bibe. Jinan bang li jinên cîhanê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.

Ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di encamê de bi sedan kesên sivîl jiyana xwe jidest dan û zêdeyî 300 hezar kes neçarî koçberiyê bûn. Di van êrişan de sûcên şer hatin pêkanîn û çekên giran li dijî sivîlan hatin bikaranîn.

Jinên bajarê Helebê li hemberî van êrişan nerazîbûn nîşan dan.  Jinan gotin: ‘‘Em destkeftiyên ku jinan di çarçoveya şoreşê de bidestxistine biparêzin.‘‘

Endama Komîna Gulê Selmo, Fatme Mistefa êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got ‘‘ Ev êriş sivîlan bi giştî û jinan taybet armanc dikin. Dewleta Tirk a dagirker hewil dide bi pêkanîna sûcên şer herêmê dagir bike, qetilkirina Hevrîn Xelef û êrişa li ser cenazeyên şervanên jin vî tiştî xuya dike.``

Fatme Mistefa da zanîn ku li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine kaos, nearamî, destdirêjî û guhetina demografî û tirkkirin serwer e û wiha domand:`` Ji bo parastina xaka xwe  me ciwanên xwe ku parçekî ji kezebê ne feda kirine, em buhistekî ji vî xakî nadin, em ê heta serkeftinê li ser rêya şehîdan bimeşin.``

Endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman jî ev tişt anî zimna:``Dewleta Tirk armanc dike projeya netewa demokratîk têk bibe, di êrişên li ser Kantona Efrînê û niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev tiştî eşkere dike, di projeya netewa demokratîk de jiyana hevbeş û biratiya gelan tê pêkanîn.``

Hêvîn behsa rola jinê ya di astên leşkerî, siyasî û civakî ya di şoreşa Rojava de kir û wiha domand:`` Di Şoreşa Rojava de ku wek şoreşa jinê hate binavkirin, jiyana hevbeş di navbera tevahiya pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb, Asur û Suryan bi cî hat, dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo van destkefiyên jinan têk bibin, tev digerin.``

Hêvîn Silêman tekez kir ku jinên Rojava û Bakur û Rojilatê Sûriyê ji siyasetên Trikiyê re serî natewînin û bang li tevahiya jinên cîhanê kir, li hemberî êrişên dewleta Tirk rabin ser piyan.

(rr)

ANHA


Mijarên Din