Jinên Eyn Îsayê xwarinê ji şervanan re amade dikin

Hejmareke jinên navçeya Eyn Îsayê bi însiyatîfa xwe ya kesane îro ji saetên sibê ve dest bi amadekirina xwarinê ji şervanên QSD`ê yên li eniyên şer re kir.

13 jinên navçeya Eyn Îsa ya katona Girê Spî îro ji saetên sibê ve dest bi amadekirina xwarinê ji şervanên QSD`ê re yên di eniyên şer ên li derdora Eyn Îsayê de kir.

Jinan gelek cureyên xwarinê ji şervanan re amade kirin da ku li eniyên şer werin belavkirin.

Welatiya bi navê Zehra Xelîl got ev tişta herî kêm ku ji destê wan tê û ji bo zarokên xwe yên di eniyên şer de pêşkêş bikin. Her wiha tekez kir ku ew dikarin li eniyên şer li hember êrişên li dijî herêmê bisekinin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din