Jinên Ereb: Me azadiya xwe di ramanê rêber Ocalan de dît

Jinên ji pêkhateya Ereb ên Reqa û Dêrazorê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin ku fikirê rêbertî ji jinan û gelê Rojhilata Navîn re minare ye.

Di sala 1999`an de di encama komployeke navneteweyî de rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk tecrîdeke girankirî li dijî rêbertî ferz dike.

Der barê vê mijarê de, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Nûriye Salih got ku jinên pêkhateya Ereb komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û wiha domand: "Rêbertî ji bo rizgarkirina jinan tê koşiya û dixwaze fikirê xwe bighîne jinan. Di girtîgehê de jî nameyên taybet ji bo jinan dişîne."

Nûriye Salih ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina asta têkoşînê kir û wiha berdewam kir: "Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan mirovekî gewre ye, banga şoreşeke rasteqîne ya jinan dike û ji bo rizgarkirina jinan tê dikoşe. Ji lew re divê asta têkoşînê mezin bibe da ku tecrîd bi dawî bibe."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Nûriye Salih wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi pêşengiya jinên azad şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket û destkeftî hatin bidestxistin. Ji rizgariya rêber Abdullah Ocalan divê em asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û li dijî dewleta Tirk bisekinin."

JINÊN EREB MAFÊN XWE DI FIKIRÊ RÊBERTÎ DE DÎTIN

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Fatma Hemûd got ku jinên Ereb mafên xwe nas nedikirin, lê piştî ku projeya neteweya demokratîk û fikirê rêber Abdullah Ocalan di pratîkê de pêk hat, mafên xwe nas kirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de bi rola xwe rabû.

ꞌEM Ê FIKIRÊ RÊBERTÎ BIGIHÎNIN NIFŞÊN BÊꞌ

Endama Rêveberiya Jinan a gundewarên rojavayê Dêrazorê Hiyam Ehmed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de bimîne û ji aliyê fîzîkî ve girtî bimîne û wiha got: "Firk û pirtûkên wî wane ne, em di mejiyê xwe de dinivîsînin da ku fêrî nifşên bê bikin. Ji bo fikirê ronakbîr û mamosteyê yekemîn rêber Abdullah Ocalan nas bikin."

Hiyam Ehmed komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Agahiyên me derbarê rêber Abdullah Ocalan û firkê wî de tune bûn. Sedema vê yekê jî ew e ku pergalên serdest dixwazin em çavgirtî bimînin û fikirê rêbertî ku ji bo hemû neteweyan nas nekin. Ev yek jî şerê li dijî projeya me îsbat dike."

FIKRÊ RÊBERTÎ DÎWARÊN GIRTÎGEHÊ DERBAS KIR

Endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Şehrezad Casim got: "Fikrê rêbertî; fikrekî azad e ku dîwarên girtîgehê derbas kiriye û dewleta Tirk ji fikirê wî ditirse, ji ber wê tecîrdeke giran li dijî wî ferz kiriye."

Şehrezad Casim di dawiyê de banga rakirina tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din