Jinên enternasyonalîst nerazîbûn nîşan sûcên dewleta Tirk dan

Jinên enternasyonalîst hersê jinên ku di komkujiya li gundê Helincê şehîd bûn bi bîr anîn û gotin: "Ji şehadeta her têkoşeke jin rê li ber sedan jin tê vekirin da ku beşdarî têkoşîna azadiyê bibin."

Jinên enternasyonalîst ên li Bakur û Rojhlatê Sûriyê li gundê Helîncê yê rojavayê bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker dan. Daxuyanî li pêşiya mala ku 23'yê Hezîranê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin hate xwendin, ku di encamê de 3 endamên Koordînasyona Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û xwediya male Emîna Weysî şehîd bûn.

Di daxuyaniya ku bi zimanên Kurdî û Ingilzî hatin xwendin de komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê sala 25'ê Hezîrana 2015'an li bajarê Kobanê pêk anîbû hate bi bîrxistin û hate gotin ku komkujiya di 23'yê Hezîranê de ya li hemberî hersê jinan ne tesaduf e.

Her wiha bal hate kişand ku navê Kobanê bi berxwedana dîrokî ya li djiî DAIŞ'ê ve girdayî ye û hate gotin: "Nabe were qebûlkirin, herêmên ku berdêlên giranbuha dane bibe beşek ji lîstokên dewletan. Em ê li hemberî planên wiha bisekinin û têk bibin."

Jinan di daxuyaniyê gotin, nabe çav li êrişa li ser mala li gundê Helincê yê Kobanê ku 3 jin tê de bûn were girtin û destnîşan kirin: "Weki jinên enternasyonalîst em bang li dada navdewletî dikin ku lêpirsînekê derbarê binpêkirinên Tirkiyê ji xaka Sûriyê û pêkanîna komkujiyên li dijî sivîlan de veke."

Jinan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi zanebûn jinan dike hedef û tevgerên girêdayî wan li kuderê bin têk dibe û gotin: "Ji şehadeta her têkoşeke jin rê li ber sedan jin tê vekirin da ku beşdarî têkoşîna azadiyê bibin.

Em ji dewletên Ewropayê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em têkoşîna gelê li vir wekî têkoşîna gelê xwe dihesibînin û serkeftin dê di navbera van gelan de hevpar be. Bijî jinên azad."

ANHA


Mijarên Din