Jinên Efrînê: Em xwe teslîm dagirkeriyê nakin, her bosteke axa Sûriyê ji mafê me ye

Jinên Efrînê yên ku di nav Kampa Şehbayê de dimînin, tekez kirin ku ew bûn şahidê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û nahêlin Tirkiyê binpêkirinên xwe li bakurê Sûriyê dubare bike. Her wiha dê berxwedana xwe bidomînin û ji vegera Efrînê paşde gav navêjin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Jinên Efrînê yên ku di nav Kampa Şehbayê de dimînin ji ajansa me re girêdayî mijarê axivîn û tekez kirin ku ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna ku li Efrînê kirine, dîsa dubare bikin.

Jina bi navê Emîne Ebdo got: "Artêşa Tirk a dagirker bi topavêj û balafiran êrîşî me kir. Niha  li ber çavên cîhanê, ew sivîlan dikuje û destdavêje jinan. Em bûn şahidê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê welatê me de  û zarokên me kuştin. Lewra wek jinên Efrînê em nahêlin Tirkiyê herêmên din dagir bike."

Emîne wiha domand: "Wek jinên Efrînê em ê berxwedana xwe di nav kampên Şehbayê de bidomînin û dê bajarê xwe Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Fatme Birîm got: "Em xwe taslîm dagirkeriyê nakin. Her bostek ji xala Sûriyê ji mafê me ye û ji bo wê me xwîna xwe da. Em ê li hember gefên Tirkiyê tê bikoşin û li berxwe bidin. Em dest ji daxwazên xwe bi vegera Efrînê bernadin."

Jina bi nav Amne Salîbe got: "Em fam nakin Tirkiyê çi ji me dixwaze. Tirsa wê ya ku îdia dike çi ye. Em sînorên xwe ji çeteyan diparêzin. Îro dibêje ew ê şerê terorê bike. Lê yê terorîst ew kesê ku zarokên bêguneh dikuje û herêma dagir dike."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din