Jinên Efrînê bîranînên xwe yên berxwedana 58 rojan vegotin

Jinên Efrînê li Efrînê bê deng neman, li rex şervanan li ber xwe da û ji wan re bûn destek. Bi boneya salvegera duyamîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî kantona Şehbayê hinek jinên Efrînê bîranînên xwe yên Berxwedana Serdemê vegotin.

Artêşa Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de saet di 16:00`an de bi 72 balafiran bi dijwarî êrişî Efrînê kir. Şêniyan jî berxwedana li rex şervanan li dijî dagirkeriyê tekez kir û di dirêjahiya 58 rojan de li ber xwe da.

Jinan ne tenê hevser û zarokên xwe teşwîqî parastina axa xwe kirin, lê belê di berxwedanê de li rex wan bûn. Jinan xwarin û bend amade dikirin.

Zekiye Bekir ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye, tev li Berxwedana Serdemê bûye û dibêje: "Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê de me hewl da alîkariyê ji şervanan re pêşkêş bikin. Me turik bi ax tijî dikirin û bendên axî ava dikirin da ku şervan di şer de jê sûdê wergirin."

Zekiye wiha domand: "Me hewl dida kehrebeyê di tevahiya deman de peyda bikin, cilan li ser banên malên ku şervan tê de ne, raxin da ku ji wan re bibin mertal û wan ji bombebarana balafiran biparêzin."

Zekiye diyar kir ku di berxwedanê de gelek caran koçber dibin. Piştî berxwedana 34 rojan li navçeya Şiyê neçar dimînin ber bi navçeya Mabatayê ve koçber bibin. Wê demê balafirên şer li herêmê difiriyan û topbaran berdewam bû. Piştre diçin navenda bajarê Efrînê.

Di dawiyê de Zekiye got: "Ruxmî ku Efrîn herêmeke biçûk e lê heya 58 rojan li hember mezintirîn dewleteke NATO’yê û çekên wê yên pêşketî li ber xwe da."

Bi rasthatina salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê Zekiye got: "Em ji dagirkeriyê re dibêjim berxwedana me heya rizgarkirina axa xwe ya ku bi xwîna ciwanên me hatiye avdan, berdewam e û em ê vegerin."

Jina bi navê Zêneb Osman ji şêniyên gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ye û dibêje: "Jina Kurd xwedî vîneke xurt e. Ji ber wê li hember top û balafirên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe da. Di berxwedanê de jinên Efrînê xwarin ji şervanan re amade kirin. Lê ji ber balafirên keşfê jinan xwarin li ser pêyan digihandin şervanan."

Di dawiyê de Zêneb soza berdewamkirina berxwedanê da.

(şx)

ANHA


Mijarên Din