Jinên Efrînî bi projeyan aboriya xwe xurt dikin

Rêveberiya Kampa Serdem a kantona Şehbayê ji bo piştgiriya aboriya jinên Efrînê û aboriya herêmê bi giştî, bi beşdariya 30 jinan projeya mûneya zivistanê (pêdiviyên demsala zivistanê) dest pê kir.

Di projeyê de hemû xwarin û sebzeyên ji bo demsala Zivistanê wekî milûxiyê, mast, dimsê îsotan û hwd.. hene.

6 endamên rêveberiya kampê çavdêriya projeyê dikin û 30 jinên Efrînê bi 200 hezar Leyreyên Sûriyê beşdarê bûne.

Hevseroka Kampa Serdem Raperîn Xelîl ji ajansa me re daxuyand ku armanca projeyên ew e ku em xizmeta şêniyên Efrînê yên koçber bikin û bi taybetî jinên li kampan û piştevaniya aboriya tevahî herêmê bikin.

Raperînê got: "Wekî gaveke destpêkê, me piştgiriya jinên Kampa Serdem kir û milûxiyê hişk kir. Nêzî 15 jinên kampê bi rengekî nobetdar kar dikin, anku li gorî miqdara ku amade dikin."

Komîteya ku çavdêriya projeyê dike, derdorê 250 kg milûxiyê kirî ku her kîloyek bib 160 Leyreyên Sûriyê ye. Dê bê hişkirin da ku li sûkên herêmê bê firotan.

Li gorî çavdêran, dê proje berfirehtir bibe û dê mast, sarme û dimsê îsotan jî bê çêkirin. Her wiha dê firinek ji bo nanê sêlê û nanê tenûr bi çavdêriya jinên pispor bê vekirin.

Jinên li ser projeyê disekinin dê berhemdariyên hatine çêkirin li sûkên herêmê pêşkêş bikin û dê qecenca projeyê li ser jinên beşdar bê dabeşkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din