Jinên DAIŞ`î hewl dan penaberekî Iraqî bikujin

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de ku ji xetertirîn kampê di cîhanê de ye hewldan ku panaberekî Iraqî bi kêrê bikujin.

Nûçegihanê me ragihand ku jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de îro hewl dan benaberê Iraqê yê bi navê Nasir Nazim Nafî (40) û di beşa duyemîn ji kampê de dijî, bi kêrê bikujin. Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Der barê bûyera hewldana kuştina penaberê Iraqî berpirsên ewlehiyê yên di kampê de ji ajansa me re diyar kir ku piştî agahî ji konên derdor hatin û qêrîn ji konekî hat bihîstin, hat diyarkirin ku jinên DAIŞ`ê hewl dan Nasir Nazim Nafî bi kêrê bikujin û ew di qirk û piyê xwe de birîndar bûye.

Derê barê bûyerê de berpirsan got lêkolîn û lêpirsîn didome.

Her wiha der barê rewşa penaberê birîndar berpirsên nuqteyên tendirûstiyê yên di kampê de gotin rewşa wî giran e û din bin çavdêriyê de ji ber ew di qirik û piyê xwe de birîndar bûye.

Tê zanîn ku kampa Holê ji mezintirîn û xetertirîn kampên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan bi rêve dibe. Di kampê de nêzî 71 hezar koçber û  panaberên ji Sûriyê û Iraqê her wiha malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene.

Di demên dawî de di kampê de gelek rewşên kuştin, birîndarkirin û êşkencekirin ji aliyê jinên DAIŞ`ê ve li dijî her kesê ku fikrên DAIŞ`ê qebûl nakin, pêk hatin. Ji wan kuştina ciwanekî Iraqî di meha derbasbûyî de ji aliyê jinên DAIŞ`î ve.

(bx)

ANHA


Mijarên Din