Jinên DAIŞ‘î hewl dan jineke Endonezyayî û zarokên wê bişewitînin

Jinên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de hewl dan jineke endozî  û zarokên wî bişewitînin. Hinceta vê wehşetê jî ji ber jina Endonezyayî gotiye, ew ji fikrê DAIŞ’ê vegeriyaye û dixwaze vegere welatê xwe.

Hate ragihandin ku li beşê taybet bi malbatên çeteyên DAIŞ‘iyên biyanî çadirek û hemû alavên tê de şewitîn bêyî ku ziyanên canî çêbibin.

Çadir ayidê jina endonesî bi navê "E. M" e, dema şewat derket ew û zarokên xwe jê filitîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane "Li gorî şahidên di kampê de şewat bi zanebûn hatiye kirin û kesên kirine jinên DAIŞ‘î ne."

Çavkanî destnîşan kir ku jinên DAIŞ‘î yên navê "Husba" li xwe dikin şewat derxistin. Piştî ku jina endonezî li pêşiya ragihandinê axivî û got ew ê ji fikrê DAIŞ‘ê vegere û dixwaze vegere welatê xwe, ev bûyer pêk hat.

Jinên DAIŞ‘î yên li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê sûcan li dijî jinên din ên dixwazin ji fikrê DAIŞ‘ê xilas bibin didomînin. Ev jin hewl didin fikrê DAIŞ’ê zindî bikin..

Kampa Holê ji mezintirîn kampên di bin rêveberiya Rêveberiya Xwesere a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Di kampê de 68 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê, jin û zarokên DAIŞ‘î hene. Her wiha ji xetertirîn kampên di cîhanê de ye ji ber ku zêdeyî 40 hezar hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ‘ê dihewîne.

ANHA

 


Mijarên Din