Jinên DAIŞ'ê bi pereyên "Zakatê" yên Tirkiyê hewl didin ji kampê birevin

Hêzên ewlekariyê yên kampa Holê 4 jinên DAIŞ'ê girtin ku hewl didan ber bi Tirkiyê ve birevin.

Kampa Holê kampên herî xeter di cîhanê de ye ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de hene yên sûcan li dijî niştecihên kampê pêk tînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên di kampê de dane ANHA'yê, hêzên ewlekariyê yên kampê duh 4 jinên DAIŞ'ê girtin dema hewl dide ber bi Tirkiyê ve birevin.

Çavkaniyan diyar kir ku du ji wan xwişkên hev du ne ji Sûdanê ne û du jî ji Tenzaniya ne  û xwedî zarok in.

Çavkaniyên ewlehiyê yên ku mukurhatinên jinên DAIŞ'î şopandine, destnîşan kirin ku jinên DAIŞ'î yên ku hewl dan birevin pere ji jinên DAIŞ'î yên Tirkistanî werdigirin, ên ku hemleyên bi navê "Zakatê" li Tirkiyê organize dikin.  Komkirina pereyan  ji bo revandina girtiyên DAIŞ'î yên e ku jêdera wan a madî nîn in hatiye organizekirin.

Kampa Holê 45 Km dikeve rojhilata bajarê Hesekê ye. Di kampê de zêdetirî  74 hezar kes ji koçber, penaber û malabatên DAIŞê  hene.

 


Mijarên Din