Jinên ciwan zextên dewleta Tirk ên li ser HDP’ê û saziyên jinan şermezar kirin

Tevgera Jinên Ciwan û Kongreya Star desteserkirina 5 şaredariyên HDP`ê û girtina navend û saziyên jinan şermezar kirin û bang kir ku kiryarên dewleta Tirk, nexasim ên li dijî jinan, aşkera bikin.

AKP û MHP`ê 5 şaredariyên HDP’ê desteser kirin û beramberî vê yekê bertekên şêniyên zêdetir bûn. Tevgera Jinên Ciwan û Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ku li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ye, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst hêj li Bakurê Kurdistanê êrişî Kurdan dike û navend û saziyên xebata parastina mafên jinan dikin, girtin. Ji ber vê yekê desteserkirina 5 şaredariyên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) îsbata metirsiya desthilata Tirkiyê ji rêveberiyê û vîna jinên azad diyar dike.

Armanca dewleta Tirk ji van êrişan tunekirina dengê jinên azad e, şikandina vîna jinan e, lewma qanûnan ferz dike.

Em jî wek Tevgera Jinên Ciwan bi navê xwe û bi navên hemû jinan kiryarên dewleta Tirk ên Ii dijî gelê Kurd bi giştî û li dijî jinan bi taybet, nexasim li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin û bang li hemû jinên cîhanê dikin ku yekitiya xwe ava bikin û kiryarên desthilata Tirk aşkera bikin û rê nedin kiryarên wiha.

Her wiha banga vekirina şaredariyên li Bakurê Kudistanê dikin û rê bidin namzetan ku karê xwe li wan şaredariyan berdewam bikin."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedana jinên azad" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din