Jineke êzidî û kurê wê radestî Mala Êzidiyan hatin kirin

Rêveberiya kampa Holê jineke êzidî ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin û kurê wê radestî komîteyekê kirin ku bi kar û bare kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin a Mala Êzidiyan radibe da ku radestî malbata wan bikin.

Çeteyên DAIŞ`ê Tebaxa 2014’an êrişî herêma Şengalê kir, bi hezaran jin û zarokên êzidî revandin

Piştî çeteyên DAIŞ`ê bi bin ketin, gelek jinên êzidî yên ku hatibûn revandin, şandin kampa Holê, ji ber nasnameyên wan ne diyar bûn.

Lê piştî lêpirsîn û şopandinê ji aliyê komîteyeke girêdayî Mala Êzidiyan û hevkariya rêveberiya kampa Holê, Sahira Qasim û kurê wê Hêwan Mahir Mehmûd ku ji gundê Til Binat ê herêma Şengalê ne, hatin naskirin.

Kesên navborî li komîneke kampê hatin dîtin û piştî peywendiyan rêveberiya kampê ew vexwendin û agahiyên der barê naskirina wê de belge kirin, paşê dê bi awayekî fermî radestî komîteya Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê werin kirin.

Komîte dê bi malbata wan re bikeve têkiliyê û piştî bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê re têkiliyê deyne ew ê van kesan radest bikin.

eh

ANHA


Mijarên Din