Hema bêje di her maleke li herêma Firatê de nivîngehek (istêr) heye û her jinekê rêbaza xwe ya daneheva nivîngehan heye.
Li gel jinan nivîngeh xwedî wate ne. Heta di gelek malan de odeyeke taybet a nivînan heye. Xirakirina nivîngehan tenê di şahî û şînan de pêk tê.
Dayika Ebûd a ji rojavayê Dêrazorê mîna hemû jinên ji herêma Firatê nivîngeheke xwe heye. Dayika Ebûd piştî erdheja li herêmê çêbûye, gelek nivînên xwe dan mexdûrên erdhejê yên li bakurê Sûriyeyê.
Dayika Ebûd li ser girîngiya nivîngehan got: "Me parastina nivîngehan ji dayik û dapîrên xwe girt. Dema keçek dizewice, dayika wê gelek nivînan û hiriyê dide wê, da ku pê nivînên xwe yên taybet çêke."
Dayika Ebûd got ew nivîn ji bo wê gelekî giranbuha ne û wiha domand: "Ne pêkan e dev jê berdim. Lê dema min dît tiştên bi serê gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye, min biryar da nivînan bidim mexdûran."
Dayika Ebûd wiha pê de çû: "Li gel min ji nivînên di nivîngehê de giranbuhatir tiştek tune ye. Lê ez pêşkêşî gelê me dikim. Herêmên ji ber erdhejê zirar dîtine, pêdiviya wan bi alîkariyên zêde hene. Her wiha pêdiviya wan herêmên bi sekneke mirovî ya giştî heye. Divê her kes alîkariyan û destekê bide. Ji ber ku em hemû sûriyeyî ne û divê em alîkariya hev bikin."
Komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.
(fr)
ANHA