Jineke dildara şoreşê: Dayika Qedîfa

Dayika Qedîfa ku di salên 90’î de ji ber zilma rejîma Baas neçar ma ji welat koç bike, pişti Şoreşa Rojava dîsa berê xwe da welat û niha di nava refên têkoşînê de cihê xwe digire.

Piştî salên 1990’î li Rojava tundiya rejîma Baas li ser gelan zêde bû û gelek endamên civaka êzidî jî neçar man ku  koçber bibin. Kesên ku ji welatê xwe dûr dikevin, her dem xeyala roja vegerînê dikin. Dayika Qedîfa jî bi salan bi kesera vegera welat jiya. Lê piştî Şoreşa Rojava pêk hat, kesera wê bi dawî bû û hêviyên wê şîn bûn.

Dema Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi ser ket û civak azad bû, êdî rê ji bo hemû koçberan û dayika Qedîfa vebû. Dayika Qedîfa ji Almanyayê xatir xwest, hat gundê Mizgefta yê girêdayê Tirbespiyê û dest bi jiyaneke nû kir.

KOÇBERIYA BI DARÊ ZORÊ Û VEGERA BIKELECAN

Dayika Qedîfa diyar kir ku dema wê biryara vegera li welat da, malbata wê mat ma û wiha berdewam kir: “Sala 1990’an ez bi 10 zarokên xwe re koçberî Almanyayê bûm. Piştî Şoreşa Rojava min biryar da ku ez vegerim welat. Zarokên min mat man û gotin her kes dixwaze ji Rojava were Almanyayê lê tu ji Almanyayê diçî wir.”

Dayika Qedîfa ku dibêje ew ji ber “xwedîderketina li şoreşê” vegeriya welat, demeke dirêj li Rojava kar û barên civakî kirin. Dayika Qedîfa 3 salan li Mala Jinan jî xebat kir û her wiha di xebatên HPC-Jin de jî cih girt.

Her çi qas temenê dayika Qedîfa gihaştibe 80 saliyê jî, destnîşan kir ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li ber xwe bide û pabendiya xwe ya têkoşînê wiha diyar kir: “Em ê li ser rêça serok Apo berxwedana doza xwe ya pîroz bidin. Hêza lingên me xilas be jî em ê bi xiriqînê tev li çalakiyan bibin. Ez xwe wek ciwaneke 14 salî dibinim.”

‘BILA JIN HER TIM ÇALAK BIN’

Dayika Qedîfa ku cihê xwe di nava hêzên xweparastinê yên jinan de girtiye, der barê mijarê de wiha axivî: “Jin ji bo Erdogan û dagirkeran gefeke mezin in. Erdogan ji jinan ditirse, lewma herî zêde êrişî wan dike. Îro jinan bi berxwedana xwe di çeperan de cihê xwe girtiye. Her ku roj diçe, jin serkeftîtir dibin û tên guhertin. Ez jî dixwazim jin her dem çalak bin û ji bo têkoşînê di nava tevgerê de bin.”

ANHA


Mijarên Din