Jinek a DAIŞ’î ya ku amedekariya êrîşa xwekujiyê dikir hat girtin

Hêzên Antî-Teror li Herêma Cizîrê jineke DAIŞ’î ku amedekariya êrîşek xwekuştinê dikir, girtin. Hat zanîn ku jinê amedekarî dikir ku sibeha roja Cejna Qurbanê xwe li naverasta bajarê Qamişlo biteqîne.

Şaneyên razayî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên xwe li herêmên Herêma Cizîrê piştî gefên serokkomarê Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Her wiha jî gelek teqîn di bajarên sereke yên Herêma Cizîrê de weke bajarê Hesekê, Qamişlo û vê dawiyê jî li Tirbespiyê, pêk hatin.

Bi sedema teqîn û kiryarên terorîst ên li gelek bajarên Herêma Cizîrê rûdane, Hêzên Antî-Terorê dest bi hemleya paqijkirinê li dijî şaneyên razayî kir. Bi vê re jî hêzên Antî-Terorê jineke (20) ku hevjînê wê yê DAIŞ’î li bajêr di 2016’an de hat kuştin, girt.

Dê detayên hevpeyvînê yên ku ANHA bi jina DAIŞ’ê re çêkiriye di 9’ê vê mehê de bên weşandin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din