Jinan bi ajotina bisîkletan nerazîbûn dijî şîdetê nîşan da

Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji şîdeta li ser jinan re" meşek bi bisîkletan li dar xist.

Meş ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li çerxerêya Sebax veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a di Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de Emel Mîrzo axivî û diyar kir ku armanca vê çalakiyê şermezarkirina şîdet û sûcên li dijî jinan e.

Emel got, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de cih digirin, lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide îradeya jinê û şoreşê jinê bişkîne.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din