Ji zarokên Efrînê û Şehbayê re çalakiya piştgiriya derûnî

Komîteya Piştgiriya Derûnî li kantona Şehbayê  çalakiya dawî ya îsal ji zarokên Efrîn û Şehbayê re li dar xist. Ew jî ji bo destpêkirina sala nû û vekirina dibistanan organize kirin.

Komîteya Piştgiriya Derûnî, piştî dagirkirina Efrîn û derketina şêniyên Efrînê ya kantona Şebayê re, hat damezrandin. Komîte ji gelek endamên dilxwaz pêk tê ku bîranînên şer û wêrankirinê ji hişê zarok û piştgiriya derûnî, pêşkêş bike.

Komîteyê, di demeke berê de gelek çalakiyên şahî li dar xistin û tê de bi sedan zarokên Efrînê beşdar bûn û di êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re ku tang û balafirên pêşketî pêk anîne, derbas bûn.

Îro, komîteyê çalakiya lîstokê ya dawî ji zarokan re li dar xist. Her wiha çalakî li kampa Serdemê ku tê de bi hezaran şêniyên Efrînê, hat organîzekirin.

Di çalakiyê de pêşbirkên çandî û lîstokên şadiyê di nava coşa zarokan de jî pêk hatin.

Rêvebera Komîteya Piştgiriya Derûnî Zîlan Elî wiha got: "Beriya hefteyekê piştgiriya derûnî ji zarokên kampan re weke pêşandanên şano, lîstikên şadî û pêşbirkên çandî bi hatina sala xwendinê ya nû re, hatin pêşkêşkirin."

Zîlan wiha lê zêde kir: "Çalakiya me li kampa Veger û Şehbayê dest pê kir û li kampa Serdemê bi dawî bû. Her wiha dê di hefteya bê de ji jinên kampan re çalakî bê li dar xistin. Li rexê jî dê çalakiyek ji zarokên ku zirar di topbaranên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê de dîtin jî, were lidarxistin."

Di dawiya axaftinê de Zîlan tekez kir ku divê piştgiriya şêniyan a derûnî û moralî di rewşên dijwar de ku li beramberê wê ne bê dayîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din