Ji Tirkiyê heta Lubnanê 4 milyon dolar!

Wezîrê Karên Hundirîn ê Lubnanê Mihemed Fehmî eşkere kir ku balafireke taybet tê de 4 kesên ji welatiyên Tirk û Sûriyê hebûn bi hinceta ku şîrketên wan ên pevguherîna pereyan li Lubnanê hene derbasî Lubnanê bûne û bi wan re 4 milyon dolar pê re hebûn hatin girtin.

Fehmî da zanîn ku ew nizanin ku ev pere ji bo qaçaxiyê yan jî ji bo lîstina bi dolar e yan jî ji bo xerçikirina li tevleheviyên li kolana Lubnanê ne. Her wiha berspektîf ji Tirkiyê bi rêya whatsapp ji hin aliyên tevgera gel re tên. Lê pirs di vir de, gelo ev kes ji bo çi hatine Lubnanê û bi wan re pere hene?

Têkildarî tevgera gel a hundirîn, gelo dê şeklekî dijwartir bigire? Wezîr Fehmî wiha domand: "Dibe ku hin planger li hundir rewşa aborî û jiyanê ya krêt ji bo tundî û bihêzkirina tevgera gel bi navê birçîbûnê bi kar bînin, lê belê hedefên wê yên dîtir hene."


Mijarên Din