Ji Tirbespiyê: Em ê heta serkeftinê berxwedana xwe berdewam bikin

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk vê sibe şênî û ciwanên navçeya Tirbespiyê daketin qadan û soza berdewamkirina berxwedanê heta têkbirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û sivîlan dikin armanc, beramberî vê yekê hêzên QSD`ê li gorî rêgezên parastina rewa parastina gelê Sûriyê dikin û bersiv didin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk bi sedan şênî û ciwanên navçeya Tirbespiyê daketin qadan û bang li Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin.

Meş ji ber navenda ciwanan dest pê kir û ber bi têketina navçeya Xerbî û rêyên giştî ve meşiyan. Xwepêşandêran sloganên "Bijî berxwedana QSD’ê”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" berz kirin û pankertên "Na ji Erdoganê terorîst re", alên QSD, HPC û Tevgera Ciwanan hilgirtin.

Dema xwepêşandan gihaşt têketina taxa Xerbî, rêz girtin û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Alî Mihemed Alî axivî û êrîşên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Mihemed Alî li dijî êrîşên dewleta Tirk banga bilindkirina asta berxwedan û têkoşîna kir, nexasim ciwan û anî zimên ku dive ew hemû li dijî dargirkeriyê yekdest bin û hebûna li ser xaka wan napejirînin.

Mihemed Alî di dawiya axftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku beramberî parastina sivîlan bi erka xwe rabin, êdî li dijî dijminahî û dagirkeriya Tirkiyê ne dema bêdengiyê ye.

Piştî axftin bi dawî bûn, sloganên “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namirin” berz kirin û soza destekdayîna ji QSD`ê re dan.

(eh)


Mijarên Din