Ji talankirina deverên dîrokî yên Efrînê dîmenek

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê cihê dîrokî yê Marmaron dikole û berhemên wê didize.

Di dîmenekî de ku ji çavkaniyan hatin bidestxistin dagirkeriya Tirk devera dîrokî ya  Marmaron ê li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dikole û berhemên wê yên talan dike.

Dewleta Tirk a dagirker bênavber di cihên dîrokî de vekolînan dike. Dagirkerî Girê Eyn Dara yê dîrokî topbaran kir û perestgeha girê wêran kir. Her wiha Nebî Horo vekoland.

Di demek berê de çavkaniyan gotin dagirkerî gelek parçeyên dîrokî ji Efrînê veguhestine muzexaneyên xwe. Ev hemû li gel bêdeniya navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê rû didin.

Marmaron di dirêjahiya dîrokê de li herêmê  ji navdartirîn kesayetên suryanî ye. Li çiyayê Leylûn di serdema 4`an de piştî zayînê jiyaye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din