Ji Sûriyê heta Aramcoyê rola Îranê

Di her munasebet an jî rûdanekê de çi di qada Rojhilata Navîn be, çi di qada cîhanî de, rol û cihê Îranê esasî ye. Ji nakokiyên der barê nukleerê de bigire, heta aloziya li Sûriyê, Iraq, Lubnan, Yemenê û herî dawî bûyera Aramcoyê, navê Îranê tê gotin. Her kes li bendê ye ku encamên rêveçûna xeta bûyeran e bê ka gelo dê bi diyalogên cidî çareser bibe yan dê herêmê ber bi şerekî mezin ve bibe.

Bi bilindbûna pêtên li şîrketên petrolê yên girêdayî Aramcoyê yên li Erebistana Siûdî re ku roja 14‘ê Îlonê hatibû îmzekirin, Îran careke din bi hêz derbasî herêmê bû. Êdî bala tevahî cîhanê li New Yorkê ye ku bi amadebûna her du serokan (Îran û DYA) civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar bikeve.

Erebistana Siûdî piştî êrîşan got bi kêmanî 18 drone, 7 moşekên Cruise di van êrîşan de hatin bikaranîn. Tevî rêjeya ziyanan jî Aramco hîna bi hêvî ye ku hilberînê heya dawiya vê mehê bidomîne.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adil El-Cubeyr got êrîşên li ser deverên petrolê yên şîrketa Aramco "bi çekên Îranê" pêk hat" û Tehran sûcdar kir.

El-Cubeyr di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Em piştrast in ku çavkaniya wê ne Yemen e lê belê bakurê Erebistana Siûdî bû."

Rayedarekî DYA’yê ji AFP‘ê re ragihand ku DYA piştrast e ku êrîşa ser deverên petrolê yên Siûdiyê, ji axa Îranê hate kirin û moşek hatin bikaranîn.

Vê bûyerê asta nakokiyên di navbera DYA û Îranê zêde kir. Ji dema ku rêveberiya Trump gihîşt Koşka Spî lihevkirina nûkleerî ya bi Îranê re îptal kir û sizayên li ser wê zêde kirin. Her wiha stratejiyeke nû bi Îranê re danî ku lihevkirina nukleerî û rewşa li Rojhilata Navîn bi hev ve girê da.

Şîrovekar û lêkolînerê têkiliyên navdewletî Tariq Wehbî yê fransî û bi eslê xwe ji Lubnanê ye, ji ajansa me re qala sedemên vê aloziyê kir. Wehbî got: "Dosyaya Îranê bi eleqeyeke mezin a dewletan ên ku li îstîsmarê bi Îranê re digerin, tê nîşandan. Ji ber ku dewletên dixwazin bi Îranê re peymanên îstîsmarê pêk bînin, dibînin heger peymaneke rast were çêkirin, dê aboriya wan geş bike. Lê ev senaryo bi erêkirina Îranê û şertên girîng ên têkildarî kêmkirina destwerdana wê di herêmên Rojhilata Navîn de pêkan e. Lê heger Îran vê yekê qebûl bike tê wateya ku dest ji baskên xwe yên li herêmê berdide, ev jî guhertineke stratejîk dê aloziyekê ji bo Heşd Şabî, Hizbullah û Hemasê çêke.

Piştî ku DYA`yê ceza li ser Îranê zêde kirin, Îranê dest bi livandina hevalbendên xwe kir û nêzîkatiyên xwe yên li dijî Washington û Ewropayê zêde kirin, şerê di navbera her du aliyan de li Kendavê û Tengava Hurmizê û veguhastina desteserkirina keştiyan vê yekê nîşan dide."

Wehbî wiha domand:  "Diyar e ku tişta ku li Erebistana Siûdî qewimî rasterast an nerasterast e ji fermanên Pasdaran e ku asta rûbirûyî bilind bike û dibêje ku Îran dikare li welatên Kendavê yên ku naxwaze diyalogê bi wan re çêke, bide.  Hedefkirina deverên li Aramco yek ji wan êrişên herî mezin e e ku di serdestiyê de piştî dagirkirina Kuweytê ji aliyê Îranê ve ye. Ev yek pirseke mezin dide pêş: Erebistan çawa bi milyaran xerc dike da ku ji bo bersivandina mîna van êrîşan alavên leşkerî bikire?

Ya ku di îsbatên Siûdî, Amerîkî û Fransî de eşkere bû, dronên ji bakur bi taybet ji Iraq anjî Sûriyê yanî herêmên li beramberî sînorê Iraq, Sûriyê hatine. Ji kîjan aliyan be encam ew e ku an jî Heşd Şabî an jî komên Îranê yên li Sûriyê di serî de Hizbullah hatin. Ev tawan bi rêya agahî, wêneyên hejmarî ji peykan îsbat bûne. Bi tena serê xwe pêşketineke bê pêşîn e destdirêjiya li serweriya xaka Erebestiana Siûdî ye, di heman demê de ji bo hedefkirina baregehên ku balafir jê hatine şandin.

Li gorî şîrovekarên siyasî "Mijar ne şerê li herêmê ye. Lê belê şer bi awayekî zelalkirina hesabên siyasî dûrî hêzên nakok, pêk tê. Îran berpirsyarê gurkirina asta şer e. Ev jî teybetmendiya wê ya raxistina belge (rûpel) û şewitandina wê ye da ku ji Îranê re bibe hêzeke der barê her peymaneke nû de."

Tariq Wehbî wiha axaftina xwe domand: "Navbeynkariya Fransayê hîna berê dewam e, Fransa bêyî navbeynkariya aliyan bi taybet Rûsya, Almanya û Brîtanya nikare nêrînan nêzî hev bike, her dewleteke ku guşarê li aliyekê bike, di prosesa siyasî de pir girîng e. Mînak Rûsya dikare bi rêya dîplomatên xwe bi Îranê re bixebite da ku hin nêzîkatiyên wê li Sûriyê yan jî Kendavê kêm bike. Almanya jî dikare guşarê li hevalbendê Îranê Tirkiyê bike da ku ji hêla xwe ve destwerdanê bike û nehêle derî ji muhacirên Sûriyê re vebe û her wiha çawa nêzî dosyaya Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Brîtanya ku hevalbendê yekem ê Amerîkayê ye jî dikarê saziyên Koşa Spî bi zelalbûna projoeya Fransayê û mekanîzmaya pêkanîna wê ji bo berjewendiyên hemû aliyan bide îqnakirin."

Têkildarî hewldanên gihîştina lihevkirinê Wehbî ev tişt got: "Peymana nukleerî ya 2015‘an ji aliyê Trump ve hate binpêkirin. Îran dixwaze lihevkirineke nû li ser esasê projeya xebateke girîng ava bike, çalakiyên nukleerî û girêdana wê bi pêşxistina fûzeyên balistîk, heger hemû aktorên qezencî û windabûnê ji bo her kesî re neyên dayîn dê hêzên bi nakok neghêjin lihevkirinê. Amerîka diyar kir ku ji ber hevpeymanên fînanskirin ji Îranê wernegirtin, ew ji peymanê bi dûr ket. Vegera wê jî dê ji bo wê peymanê be. Bi wê re jî dê tevliheviyê di hevalbendên Îran, Rûsya û Çînayê de pêk bîne. Her wiha Amerîka dixwaze bi wan re têkeve pêşbirkeke leşkerî û aborî.

Macron hewl dide civînek li Meclisa Ewlehiyê di navbera dewletên daîm endam, Îran û Almanya de da ku 5+2 vejîne ku bibe însiyatîva çareseriya nakokiyê. Ji ber ku ta vê kêliyên derfetên hevdîtina Trump û Rohanî dûrî hêviyê ye. Dê di civînê de aştiya şoreya deryavniyê ya li gor qanûna deryayan û sînordarkirina pêşniyarkirina wê ji Îran û Amerîkayê re, bên pêşniyarkirin. Bi pêşwazîkirina şandeya Îmaratê li Îranê û danûstandinên Uman, Iraq, Qeter û Kiwêtê der barê wê de, Îranê ber bi xweseta hêzên hevpar a parastina şoreyê ve dibe. Lê pêşniyara Amerîkayê dûrî wê ye û diyar dike ku dê şore li gor dewletên ku petrolê werdigirin be. Ji ber ku ew piştî dewletên ku berhemê didin sûdwar in. Ji lew re divê bi dewletên berhemdar re parastina şoreyê bê avakirin. Lê pêşniyara Îranê jî li ser jihevkirina hevkariyên dewletên Kendavê yên mayî, lêkolîn dike."

Şîrovekarê siyasî Tariq Wehbî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îran jî li ser dabeşkirina desthilatiya olî ya di navbera suniyan de ku nehêlibe kes li ser serkêşiya mezheba Şîayê biaxive, bi taybet jî teoriya wîlayeta faqî, dilîze. Îran bi şaxên xwe yên siyasî êdî nikare dosyayên xwe bi rê ve bibe. Ew sûdê ji tevlihevî, nakokiyên rojava, ên hundirê dewletên Kendavê û erebî werdigire. Rojên pêş dê li gor bijarteyên rojava dijwar bin û dê dewletên Kendavê temenekî mezin bidin."

ANHA


Mijarên Din