Ji sibe ve av dê her du rojan bighêje taxên Hesekê

Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got, piştî aktîvkirina hilmija heştan a stasyona Elok, 30 bîrên avê ketin meriyetê. Ji sibe ve dê av her du rojan  bigihêje taxên bajarê Hesekê.

Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê îro daxuyaniyek girêdayî çawaniya berdana avê û demên wê ji taxên bajêr re da. Gerînendeyê diyar kir ku dê avê her du rojan berdin taxan.

Berê stasyona ava Şerq her 4 rojan carekê av digihand taxên bajarê Hesekê.

Daxuyanî di kongreyek çapemeniyê de ji hêla hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

`Gerînendeya Avê di 2018`an de li bajarê Hesekê hate avakirin. Di destpêkê de gelek kêmasiyên teknîkî hebûn û kesên xwedî tecrube di vî warî de kêm bûn. Her wiha şêniyên bajarê Hesekê ji ber tunebûna bîran zehmetî di peydakirina avê kişandin.

Piştî xebitandina stasyona Elok, hilmija heştan a stasyonê hate sererastkirin. Bi vê yekê 30 bîrên avê ketin meriyetê. Lewra ji sibe ve dê av her du rojan bighêje taxên bajêr.

Dewleta Tirk a dagirker car caran stasyona Elok dike hedef, ji ber wê av li ser bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê qut dibe."

Her wiha sozdar spasiya Rêveberiya Giştî ya Şirketa Kehrebeyê kir ji ber ku kehrebeya pêwîst ji bo xebitandina hilmijan ji wan re peyda kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de Sozdar bang li şêniyan kir ku avê baş bi kar bînin û zêde xerç nekin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din